Bidarvekirinan rawestînin!
În 15 Mijdar 2024 - 02:20
Komek ji çalakvanên civaka sivîl û mafên mirov ên Îranê cezayên bidarvekirinê ku rejîma Îranê li girtiyên siyasî dibirre, bi daxuyaniyek hevbeş şermezarkirin û banga helwesta li dijî bidarvekirinan ji gelê Îranê hat kirin û wiha gotin:“Em daxwazê ji gelê Îranê dikin bi tevlîbûna xwepêşandanan helwesta xwe ya li di jî cezayên bidarvekirinê nîşandin. Nîşanî cîhanê bidin ku hun dixwazin dawî li darvekirinan were û li Îranê rêz li mafên mirov were girtin. Em bang li rêxistinên navxwe û navdewletî yên mafên mirov her wiha encûmena mafên mirov a Neteweyên Yekbûyî dikin ku zextan li ser rejîma Îranê zêde bikin û pêşî li cezayên bidarvekirinan li Îranê bigrin.”
NAVENDA NÛÇEYAN