Biçin ser sindoqan

În 24 Îlon 2021 - 01:12

  • Parlamentera Die Linke ya Kurd Gokay Akbulut, careke din ji partiya xwe namzeta parlamenteriyê ye. Gokay Akbulut a 38 salî ji 8 saliya xwe ve li Elmanyayê dimîne.

ENVER ENLÎ / MANNHEİM 

Parlamentera Die Linke ya Kurd Gokay Akbulut, careke din ji partiya xwe namzeta parlamenteriyê ye. Gokay Akbulut a 38 salî ji 8 saliya xwe ve li Elmanyayê dimîne. Ew di hilbijartina giştî ya 26’ê Îlonê de ji Partiya Çep (Die Linke) di rêza diduyan de li eyaleta Baden Wurttembergê namzeta parlamenteriyê ye. 

Gokay Akbulut dibêje, ji bo encameke baş a di hilbijartinan de ew xebateke xurt dimeşînin û mijarên wan ên sereke aştî, ekolojî û mafên civakî ne. Wê got, ewê li parlamanê nexasim mafên karker, kedkar, jin, koçber û penaberan biparêze.

Mafê hilbijartinê

Wê bi bîr xist ku ji sedî 26’ê mirovên li Elmanyayê, bi eslê xwe koçber yan jî ji malbatên koçber in, lê li her derê li dijî wan nijadperestî û cihêkarî tê kirin: “Gelek rêxistinên koçberan ên ku em bi wan re dixebitin, doza mafê hilbijartinê û hatina hilbijartinê dikin. Di vê hilbijartinê de qederê 10 milyon mirovan wê nikaribin deng bidin. Em dixwazin mafê hilbijartinê yê koçberan di asta hilbijartina şaredariyê, ya eyaletê û ya federal de hebe.” 

Gokay Akbulut dibêje, ji ber nasnameya wê êrişên nijadperest li wê tên kirin û gef li wê tên xwarin, lê di vê pêvajoya hilbijartinê de li gorî ya beriya wê, êriş û gefxwarin kêm bûne.

Gokay Akbulut got, ev hilbijartin gelekî muhim in, û nexasim jî bang li jinan û rêxistinên wan, koçber, karker, Kurd û Elewiyan kir:

“Divê em her kesî seferber bikin, hilbijêran hestiyar bikin û bikin ku dengê xwe bidin. Em ji saziyên demokratîk, rêxistinên karkeran, Kurd û Elewiyan, dixwazin, ilehî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji bo me her deng girîng e.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.