‘Bicihkirina hêzê ya li ser sînor dewam dike’
Çarşem 28 Kanûn 2022 - 03:59
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê ragihand ku bicihkirina hêzên parêzvanên sînor ya li ser sînorên Tirkiye, Îran û Herêma Kurdistanê dewam dike û got; “Ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê, emê du lîwayên hevbeş yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ava bikin.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê Yehya Resul di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku bicihkirina hêzên parastina sînor ya ser bi sînorên Tirkiye, Îran û Herêma Kurdistanê dewam dikin. Yehya Resul dibêje; “Pêwîste ji bo dagirtina valehiya ewlekariyê ya li wan herêmên dikevin navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, hemahengiya di navbera hêzên federal û pêşmerge de hebe. Ji bo dagirtina valahiyê, hikumeta Iraq hewl dide du lîwayên hevbeş di bi wezareta pêşmerge re va bike.”
ROJNEWS/BEXDA