Bibin şopdarê rêya şehîd Dilşêr
Duşem 26 Hezîran 2023 - 14:47
Gerîlayê HPG'ê Dilşêr Şengalî (Helbest El Şêx) ku ji Swêdê beşdarî nava refên gerîla bibû, 17’ê Nîsana 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû. Di 14'ê Hezîrana îsal de tevî du gerîlayên bi navê Tîrêj Roj (Seîd Dexîl Reşo) û Botan Kobanê (Ocalan Bekrî) ji hêla HPG’ê ve şehadeta wan ji raya giştî re hatibûn ragihandin. Şehîd Dilşêr li bajarê Helsîngborg ê başûrê Swêdê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Kurê min kete rêya oxirê
Bîranîna ku bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîmê de sersaxî ji malbata Şehîd Dilşêr re hate xwestin. Di bibîranîna ku dayîk, xwişk û bavê şehîd Dilşêr jî amade bûn de, li ser navê malbatê bavê şehîd Dilşêr Şêx Elî axivî. Şêx Elî diyar kir ku beriya çend salan ji ber zilm û zora dijmin wan koçî Swêdê kiriye û wiha got:“Ez serbilindim ku lawê min vegeriya ser axa pîroz, li ser riya rastî û heqîqetê canê xwe fedayî gelê xwe kiriye. Ez îro dibînim ku bi saya lawê xwe, ez bûme xwedî nasnameyeke pîroz. Ev yek ji bo min û malbata min û civaka me ya Êzidî cihê şanazî û serbilindiyê ye. Em dizanin ku riya şoreşê riyeke dirêj e û gelek berdêlên mezin dixwaze. Weke gelek pêşengên Êzidxanê, ew jî riya oxirê hilbijart. Lazime em weke gel û weke gelê Kurd a li ser ola Êzidî berjewendiya, neteweya Kurd û yekitiya gel bingeh bigirin. Ne top ne tank, ne sêdare nikare gelê Kurd bitirsîne û têk bibe. Tekane tişta ku me xurt bike, yekitî ye û xebata li ser doza şehîdan e. Serşorî û neman ji bo xayînên Kurdistanê, her bijî Kurd û Kurdistan.”
Her wiha di axaftinên hatin kirin de bal birin ser komkujiyên ku di dîrokê de bi serê xelkê Êzidî hatî kiri û bang li ciwanên Ewropa hat kirin ku bibin şopdarê rêya şehîd Dilşêr Şengalî.
Di bîranînê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
ANF/HELSINGBORG