Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan 51 rojin li dijî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike û got: “Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bibin dengê girtiyan.”

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne ku di roja 50’emîn de, dewam dike, li Meclîsa Tirkiyê civîna çapemeniyê li dar xistin. 

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku sedema bingehîn a greva birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan û hemû girtiyan e û got: “Divê tecrîd û bêhiqûqên li girtîhan dewam dikin bi dawî bibin. Bi hezaran girtiyên siyasî îro 50 rojin li dijî bêhiqûqî, tecrîd, îşkence, binpêkirinên mafên mirovan, nêzîkatiyên keyfî û cezayên disîplînê di greva birçîbûnê de ne. Girtî dixwazin sûcên tecrîd û îşkenceyê bi dawî bibin. Girtî desthilatdariyê vedixwinin hiqûq, demokrasî û mafê mirovan. Ev hemû daxwazên girtiyan meşrû, hiqûqî û demokratîkin.”

Koçyîgit qala kirinên li zindanan kir; bal kişand ser daxwazên girtiyan û destnîşan kir ku daxwazên girtiyên di çalakiyê de daxwazên wan in û got: "Daxwazên girtî tînin ziman di heman demê de daxwazên me ne. Em dibêjin daxwazên wan daxwazên me ne." 

MA/ENQERE