Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û zext û zordariyên li zindanan di roa 18’an de bi koma 4’an didome. 

Hin ji girtiyan bi telefonî bi malbatên xwe re axivîn û gotin, ‘’Ji bo dengê girtiyan were bihîstin dengê xwe bilind bikin. Em dest bidin hev û bi hev re vê faşîzmê bi erdê re bikin yek.’’
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmus Karadag anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê her kes gav biavêje. Ji bo bersiva daxwazên girtiyan bê dayîn divê her kes hestiyar tevbigere.” 

NAVENDA NÛÇEYAN