Bi zarokan li dijî asîmîlasyonê
Pêncşem 6 Gulan 2021 - 03:31
- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas: Asîmîlasyon rastiyeke me ye. Dewleta Tirk hebûna me û zimanê me qebûl nake. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin, jixwe em ê bigihin miradê xwe.
DENÎZ YILDIZ
STANBOL
Weke yek ji xebatên sereke yên Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê, mirov dikare behsa dersên Kurdî bike. Salê çar dewran yanî bihar, havîn, payîz û zivistanê de kurs hene. Dersên Kurmancî û Kirmanckî tên dayîn. Ji ber pandemiyê ders niha online dewam dikin. Komele wekî din dersên Soranî, Hewramî û Kelhûrî jî dide. Sinifên ji bo zarokan yên herî muhim in.
Hevseroka komeleyê Leman Elmas dibêje, ji sala 1992’yan tevî pêşiyên xwe yên weke Instîtuya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Lêkolînên Kurdî heta niha bi sedan mamosteyên Kurdî gihandine.
Piştî pandemiyê jî dersên online wê hebin
Leman Elmas balê dibe ser pandemiya ji ber vîrusa Covid-19’ê jî û dibêje, “Beriya niha dersên me tenê li saziyê bûn. Bi înternetê, bi awayê online me xwe gihand gelek kesan. Yên ku dûrî saziyê bûn û nekarîn bên, mirovên li derveyî Tirkiyeyê, me xwe gihand gelek kesan. Yanî rewş normal bibe jî em ê dersên xwe yên online dewam bikin. Nexasim jî ji bo jinan; jinên ku li mal dimînin, ji ber ku wexta wan nebû nekarîn bikevin dersan. Dayik ji ber zarokan nekarîn bikevin dersan. Bi xêra dersên online, ew jî ketin dersan.”
Di dema pandemiyê de di xebata bipêşxistina xwendin û nivîsandina Kurdî de wan bi hezaran kes 6 hefteyan beşdar bûne. Halê hazir 450 kes dikevin dersan.
80 zarok dikevin dersan
Sinifên zarokan jî hene. Mamosteyên kui bi xwe dayikên dersê didin zarokan. Leman Elmas dibêje, zarokên ku dixwazin, ew sertîfîkayê jî didin wan. Halê hazir 80 zarok dikevin dersên Kurdî yên komeleyê. Leman Elmas dibêje, “Bi sinifên zarokan re, me Kurdî xist rojeva malbatan. Dersên em didin zarokan, zarok bi malbata xwe re çêdikin. Leman Elmas bi bîr dixe ku ew dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî, lê ji bo xebatan dixwaze kes li benda fermîbûnê nemîne: “Asîmîlasyon rastiyeke me ye. [Dewleta Tirk] Hebûna me û zimanê me qebûl nake. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin, jixwe em ê bigihin miradê xwe. Fermîbûn baş e, lê em li benda wê nemînin. Em bi axaftinê û xwendinê zimanê xwe biparêzin.“