Bi zanebûna dîrokî tevgeriyan
Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:50
- HPG-NRÇ'ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got:"Hevrêyên me Bawer û Welat bûn mînakên bijarte yên sekna Apoyî."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) têkildarî gerîlayên şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Hezîrana 2025'an de me ragihandibû ku di encama êrişên artêşa dagirker de 27'ê Gulana 2025'an hevrêyê me Welat û 30'ê Gulana 2025'an jî hevrêyê me Bawer şehîd bûne. Hevrêyê me Welat li Qada Berxwedanê ya Sergelê di topbarana dijmin de, hevrêyê me Bawer jî li Qada Berxwedanê ya Sergelê di êrişa tankê de şehîd bû. Milîtanên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şervanên bi biryar ên meşa me ya azadiyê hevrêyên me Bawer û Welat bûn mînakên xurt ên sekna Apoyî. Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hêza xurt a îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê dan. Hevrêyên me Bawer û Welat bi fedayiyane li ber xwe dan, li qadên ku şer lê herî dijwar bi zanebûna dîrokî tevgeriyan û performanseke serketî raber kirin. Gelek xebatên stratejîk ên girtin ser xwe, bi layiqî bi cih anîn û weke milîtanên mînak navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me Welat û Bawer bi seknên xwe yên fedayî yên di jiyan û şer de wê her tim bên bîranîn. Em soz didin ku xeyala hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin û têkoşîna wan bigihînin serketinê. Em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em diyar dikin ku em ê bibin şopdarên xeyalên hevrêyên xwe.
Mînakên şênber ên milîtaniya APO’yî
Hevrêyê me Bawer li navçeya Tatos a Erziromê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me di her warî de jiyan lêpirsîn dikir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne, Beşa Genetîk û Biyolojî ya Molekuler a Zanîngeha Teknîkê ya Erziromê berda û ji bo tevlîbûnê ket nava lêgerînan. Di sala 2014’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me dizanî ku li dijî konsepta êrîşê ya li ser tevgera me û gelê me hatî destêkirin, encex bi têkoşîna mîna Zîlanê dikare bibe bersiv. Ji bo tevlîbûna Hêzên Taybet, pêşniyar kir. Hevrêyê me Bawer li ser xeta fedayîtiyê bi gavên jixwe bawer meşiya û kesayeta xwe ji bo jiyana azad a gelê me feda kir. Bi sekna xwe ya bi biryar û hevrêtiya xwe ya xurt, di perwerdeyên zehmet ên Hêzên Taybet re derbas bû. Di nava gelek xebatên ku ji bo Tevgera me stratejîk de, cih girt û di warê rêxistinî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Bi tarzê xwe yê çareserkirina pirsgirêkan, tevlîbûna xwe ya bi moral a di jiyanê de û lêhûrbûnên xwe yên ji bo darbeyê li dijmin bixe, li her qadê şopên kûr bi hevrêyên xwe re hişt. Bi kesayeta xwe ya girêdayî serketinê, sekna xwe ya bi biryar a di taktîkên demê de, tevlîbûna xwe ya bê navber a li ser xeta fedayî, bi karakterê xwe yê fedakar û kedkar bû mînakek şênber milîtaniya Apoyî ya fedayî.
Hevrêyê me Welat li Amedê ku bajarê pêşeng ê Kurdistanê ye û welatparêziya wê bûye sembol, hate dinê. Hevrêyê me sala 2015’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û ji bo hin xebatên stratejîk car din berê xwe da qada Bakur. Wezîfeyên ku girtine ser xwe ji ber ku hesasiyetê dixwaze, hevrêyê me di warê rêxistinî de di nava demek kurt de tecrubeyên xurt qezenc kir. Li her devera ku xebat lê meşandî, bi tarzê jiyana Apoyî bandorên kûr hişt. Hevrêyê me hesreta çiyayên azad dikişand, xeyala rojên ku bigihije jiyana gerîla kir. Hevrêyê me dîl kete destê dewleta Tirk a dagirker, hem di pêvajoya binçavkirinê hem jî zindanê de bi sekna Apoyî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me pêvajoya zindanê veguherand firsendê û piştî materyalên xwendî, ket nava lêhêrbûnên kûr û ji bo wan rojên ku bigihije warên azad xwe amade kir. Ji bo di bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bibe, pêşniyar kir. Ji bo têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd mezin bike û pêdiviyên ruhê demê bi cih bîne, lêhêrbûnên kûr jiyan kir. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Ji bo derbasî qadên ku şer lê dijware bibe, pêşniyar kir. Hevrêyê me Welat ê ku bi hevrêtiya xwe ya sade, gihiştî, dilnizm û xurt di dilê hevrêyên xwe de cih girt, di 27’ê Gulana 2025’an de şehîd bû."
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Bawer Serhed (Mehmet Aras), li Erziromê jidayîk bûye, 30’ê Gulana 2025’an li Zapê şehîd bû.
Welat Hêmin (Ethem Kocaman), li Amedê jidayîk bûye, 27’ê Gulana 2025’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN