Li gelek bajarên Ewrûpayê Kurdistanî daketin meydanan û êrişa li dijî Şengalê û şehîdkirina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kirin.
BERLÎN: Li paytexta Elmanyayê Berlînê êrişên li dijî Şengalê hatin protestokirin. Li ser banga Rêxistina Meclîsa Jinên Êzîdî çalakî li meydana Alexanderplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst piştî ku Mam Zekî kuşt niha jî hevalê wî Seîd şehîd kir.” Di çalakiyê de hate diyarkirin ku şehîd Seîd, şehîd Mam Zekî û şehîd Îsa wê bibin afirandin û parastina Şengala xweser.
BREMEN: Li bajarê Elmanyayê Bremenê jî êrişa li dijî Şengalê ya dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin.
PARÎS: Li banliyoya Parîsê, Villiers le Belê Kurd û dostên wan êrişa qirker a li dijî Şengalê protesto kiri. Li banlîyoyeyeke din Drancyê jî êriş hat protestokirin. Kurdistanî li pêşiya NCDK’ê hatin ba hev, pankarta ‘TC=DAÎŞ’ hilgirtin û ber bi şaredariya Drancyê ve meşiyan. Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bimire faşîzma AKP û MHP’ê’, ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
MARSÎLYA: Li bajarê Fransayê Marsîlyayê, Kurdistaniyan êrişa li dijî Şengalê û şehîdkirina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda protesto kir. Çalakî li pêşiya Nûnertiya Ewrûpayê hate kirin. Di çalakiyê de pankart û dovîzên dibêjin, ‘Ewrûpa li hemberî qetlîamê bêdeng nemîne, li Şengalê mirov hatin kuştin, peywira xwe ya mafên mirovan pêk bîne, Erdogan Kurdan qetil dike” hatin hildan.
TOULOUSE: Li bajarê Fransayê Toulousê jî êrişa li dijî Şengalê hate protesto kirin.
STOCKHOLM: Kurdistaniyên Stockholmê êrişa li dijî Şengalê şermezar kir. Li ser banga KCDK-E’yê Kurdistaniyên paytexta Swêdê li navenda bajêr çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Qatil Erdogan” û “Destê xwe ji xwîna Kurdan bikişînin” hatin gotin.
NAVENDA NÛÇEYAN