Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd wê bi ser nekevin û got, "Tevgera demokrasiyê ya Kurd, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê divê bi xwe bawer bin." 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok beşdarî bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV bû û di axaftina xwe de giranî da ser zext û zordariya li ser siyaseta demokratîk a Kurd, bi taybetî jî zextên li ser HDP'ê û got, "Tevgera demokratîk a Kurd heta niha timî bû hedefa êrişan. Yanî ji destpêkê ve bi sedan rêveber û endamên rêûresma siyasî ya Kurd hatin şehîdxistin, bi deh hezaran hatin girtin. Bi hezaran neçar man derkevin derveyî welat. Lê belê tevgera demokrasiyê ya Kurd û hêzên azadîxwaz ti carî ji rêûresma xwe venegeriyan. Di vê mijarê de xwe ispat kirin. Ev bi rastî jî gelekî girîng e. Li hemberî ewqas êrişan têkoşînê dewam kir. Beriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê kêm be jî rêyên siyaseta demokratîk, derfetên wê hebûn. Niha, yekane tişta ku AKP-MHP'ê xistiye rojeva xwe, bi temamî tunekirina siyaseta Kurd e. Heta niha timî bi vî rengî nêzîk bûn. Bi hezaran mirov xistin zindanan. Hevserok, rêveber, hevşaredar, endamên partiyê yên HDP'ê hatine girtin. Şaredarî nemane ku qeyûm lê dananîne.

Li şûna HDP'ê ev zext û êriş li kîjan partiyê hatibûya kirin wê bi temamî biqediya. Lê belê HDP xwedî çand û rêûresmekê ye. Vê çanda berxwedanê xwe ispat kiriye. Ev çand hem têdikoşe, hem jî di nava muxalefeta Tirkiyeyê de bi roleke girîng radibe."

Rejîm bêgav û qels e

Sabrî Ok diyar kir ku wê rejîma faşîst bi ti awayî nikaribe bi têkoşîna azadiyê û bal kişand ser bêgaviya dagirkeran û anî ziman ku çawa li rêyekê digerin ji bo pêşî li vê têkoşînê bigirin û got: “Bêguman ev êrişên tên kirin nayê wê wateyê ku ew xurt in. Eger li gel ewqasî krîzê, tengaviya aborî û zexta navneteweyî hîn jî difikirin ku HDP'ê bigirin, hingî rîskeke mezin dane pêş çavên xwe. Bêguma ihtimal heye ku HDP'ê bigirin. Encama ku em ê jê derxînin wiha ye: Tevgera demokrasiyê ya Kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê divê bi xwe bawer bin û zanibin ku dawiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê nêz bûye."

NAVENDA NÛÇEYAN