Bi xwe bawer be
Pêncşem 3 Tebax 2023 - 13:36

- Di salvegera qirkirina Şengalê de xelkê Şengalê û hêzên xweparastinê bi merasîmên bibîranînê şehîdên fermanê bibîranîn û gotin:’’Ya ku me ser lingan bigire, fikir û felsefeya Rêber Apo ye.’’
Endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî serdana gorên komî yên li Herdan kirin. Bi dehan xelkê Şengalê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê bang li raya giştî hate kirin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî xwedî helwest bin.
Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve hate dayîn û wiha hate gotin;”Di serîde em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin, ev bûn neh sal bi sedan xelkê me bi destê DAIŞ’ê û hevkariya mala Berzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka Êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me li berxwe da û nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Ger em îro li ser vê axê jiyan dikin bi saya keda şehîdan e. Em soz didin emê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan. Şermek e mezine heya nihe ev ferman wekî jenosît nehatiya naskirin û tenê gotineke li ser kaxezê maye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li himber civaka Êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”
Rihê Rêber APO ev gel parast
Bi boneya 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şervanên YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek lidar xistin. Di merasîmê de li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Kurtay Şengalî axivî. Şengalî di şexsê cangoriyên Şengalê de hemû şehîdên fermanê bibîr anî.
Kurtay Şengalî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di 3’yê Tebaxê de yên ku ev ferman dîtin û xwe feda kirin, şervanên Rêber Apo bûn. Rihê Rêber Apo ev gel parast. Fermandarên weke hevalê Berxwedan, hevalê Egîd, hevalê Seîd, hevalê Hemîd û hevalê Zerdeşt, ev gel ji fermanan parastin. Her çiqas bixwazin fermanên mezin bînin serê me, lê hertim we qehreman û fermandarên mezin li pêş wan hebin ku li hember wan bisekinin. Ev fermanên ku li ser me hatin sedema wan kî bûn, sedema wan, ew kesên ku xiyanet kirin, li berjewendiyên xwe mêze kirin û li pey berjewendiyên xwe yên şexsî reviyan. Wan kesan gelê me firotin. Ji bo vê yekê jî divê em dost û dijminê xwe baş nas bikin. Ya ku me ser lingan bigire û bide sekinandin, fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ev şehîdên ku di oxira vê riyê de canê xwe dane divê em bi van şehîdan xurt bibin. Divê gelê me ji hêzên xwe bawer be. YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayişa Êzidxan bi xwîna gelê me û bi keda Rêber Apo hatine avakirin.”
Xwe bispêrin hêza xwe
Fermandarê YBŞ’ê herwiha bal bire ser Peymana Lozanê kir û da zanîn ku divê gelê Kurd û civaka Êzidî ya Kurd xwe nespêre tu kesî. Dema mijar bibe gelê me ye Kurdistanê, hemû dewlet dibin yek û li hev dikin. Peymanên tunekirinê li ser gelê me îmze kirin. Di Lozanê de çawa xwestin gelê me di qirkirinê re derbaz bikin û erdnîgariya Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendî û armancê ev konsept û komployên li dijî netewa Kurd û Kurdistanê berdewam dikin. DAIŞ jî beşek ji komploya navnetew ye, lewra divê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.” Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’’ bidawî bu.
NAVENDA NÛÇEYAN














