Bi xurtî tevlî çalakiyan bibin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 16:32

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo çalakiyên 11 û 12'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya tevgerên ciwanan têne lidarxistin.

KCDK-E'yê got:"Di hemû pêşketinên civakî û têkoşînên mezin de bandora veguherîner û hêza pêşdebirinê ya ciwanan tê zanîn. Lê di sedsala ku em tê de ne ciwan bi her cure amûr û rêbazên modernîteya kapîtalîst bi dejenerebûnê re rû bi rû ne. Pergal ji bo daxwazên xwe yên aborî û siyasî ciwanan di bin bandora xwe de dihêle. Ji bo vê yekê hemû amûr û alav têne bikar anîn. Olperestî, neteweperestî û zayendperestî weke jehra pergala kapîtalîzmê li ciwanan tê ferzkirin. Bi rêya çand û werzîşê, bi taybetî jî bi rêya medyaya dîjîtalê li ser ciwanan zexteke giran heye. Em dizanin di kapîtalîzmê de ti formuleke jiyanê nîne ku bikaribe pêşkêşî ciwanan bike. Paradîgmaya ku Rêber Apo bi pêş xistiye, bi fikrên xwe yên azadîxwaz alternatîfek e ku li hemberî rihê tarî yê pergala kapîtalîst wê rêberiya ciwanan bike û bibe ronahiya ciwanan. Ji ber vê yekê 3 rojan ciwanên ji gelek welatên cîhanê li Parîsê hatin cem hev, xwe ji nû ve birêxistin kirin û bi mewzî kirin.

 

Kampanya di qonaxeke nû de ye

Ev helwesta ciwanên cîhanê ku hêzê dide kampanyayê, wê bi çalakiyên ku wê di 11-12'ê Mijdarê de ciwan dakevin qadan, derbasî qonaxeke nû bibe.

Çalakiyên ku wê di 11-12'ê Mijdarê de bêne lidarxistin, wê bibe seferberiya tevgerên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewrûpa û Kanadayê. Di 11-12’ê Mijdarê de ciwan wê li 13 navendên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyan helwesta xwe ya girseyî nîşan bidin.

Weke KCDK-E em vê pêvajoya çalakiyan ku şoreşa nû ya ciwanan e silav dikin û bang li her kesî dikin ku bi awayekî çalak beşdarî meşên 11-12’ê Mijdarê wê bên lidarxistin bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.