Bi xeta fedayîtiyê li berxwe dan

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 03:15

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:’’Hevrêyên me yên ku li bakurê Kurdistanê di xeta fedayîtiyê de li berxwe dan, li dijî hemû êrişên dijmin rawestiyan.’’ Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd de ev agahî dan:’’Di nava mehekê de li Eyaleta Gabarê û li qadên Mawa, Hezex û Kerboranê, tevgerên dagirkeriyê yên dijmin ên bênavber pêk hatin. Hevrêyên me yên li Eyaleta Gabarê, rû bi rûyê êrişên bi hezaran leşker, cerdevan, hemû teknîka şer a artêşa Tirk a dagirker a ji hewayî û bejahî man. Lê tevî vê hevrêyên me yên ku li bakurê Kurdistanê di xeta fedayîtiyê de li berxwe dan, li dijî tevahî êrişên dijmin rawestiyan û bi dehan êriş û tevgerên dijmin vala derxistin. Dema ku bi dijmin re ketine şer, dersên dîrokî dan dijmin û derbên giran li wan xistin. Hevrêyên me Herekol û Ekîn ku mil bi mil li gel hevrêyên me Şervan, Axîn û Bêrîtan şer kirin, gelek caran derbên giran li dijmin xistin û gelek çember qetandin û dijmin vala derxistin, roja 13’ê Tîrmeha 2024’an piştî bombardumana dijmin a bi teknîka şer a gîhîştin şehadetê. Şêwazê şehadeta hevrêyên me Herekol û Ekîn careke din nîşan da ku tevahî artêşa Tirk a dagirker werin jî, bi qasî ku nikarin li beramberî du gerîlayan şer bikin, ewqasî tirsonek û bê îrade ne. Di serî de malbatên hêja û welatparêz ên hevrêyên me yên şehîd, ji tevahî xelkê Gever û Qamişlo û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Soza xwe ya ku em ê li ser şopa hevrêyên xwe yên fedayî yên APO’yî bimeşin û armanc û bîranînên wan biser bixin, nû dikin.

Hevrêyê me Herekol li navçeya Geverê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2010’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me di qonaxeke dîrokî ya doza azadiyê ya gelê me de, weke Endamekî Fermandariya Eyaleta Gabarê berpirsiyarî wergirt. Bi zanebûna fedakariya mezin a têkoşîna li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêkanîna jiyana birûmet a gelê me û azadiya fizîkî ya Rêber APO, hemû fedakarî pêk anîn. Hevrê Herekol careke din îspat kir ku milîtanên APO’yî ku di xeta serketinê de dimeşin, ti carî wê li hemberî dijmin serî netewînin û bi qehremanî şer bikin. Bi vî rengî bû sembola gerîlayê azadiyê yê ku ti carî têk naçe.

Hevrêya me Ekîn weke ferdeke ji malbateke ku eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, li bajarê Qamişlo jidayîk bû. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket, dest ji zanîngehê berda û tevlî nava refên şoreşê bû. Piştre hevrêya me berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Weke milîtaneke jina a fedayî ya APO’yî, di zanebûna erk û berpirsiyariyên qonaxê de bû. Bi vî rengî xwe bi temamî di serketinê de kilît kir. Roja 13’ê Tîrmeha 2024’an li gel hevrêyê me Herekol, di êrişa dijmin de gîhîşte şehadetê û meşa xwe ya şoreşê ya 12 salan, di xeta fedayîtiyê de gihîşte asta herî bilind û bidawî kir. Weke hevrêyên wê, em ê bîranîna hevrêya xwe Ekîn, hertim di dilê xwe de bidin jiyîn û teqez xeyalên wê pêk bînin.’’

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên şehîd de wiha ne:

Herekol Şiyar (Taner Ogmen), li Colemêrgê jidayîk bûye, 13’ê Tîrmeha 2024’an li Gabarê şehîd bû.

Ekîn Amanos (Çinar Ahmed), li Qamişlo jidayîk bûye, 13’ê Tîrmeha 2024’an li Gabarê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.