- Di jiyana me ya rojane de hin tişt yan jî alav hene ku bi kêrî mirov neyên jî di bibîranînan de ew zêde ew cih digirin.
BÊRÎVAN KARATORAK / AMED
Di jiyana me ya rojane de hin tişt yan jî alav hene ku bi kêrî mirov neyên jî di bibîranînan de ew zêde ew cih digirin. Dema salên rabihurî yên mirov tên bîra mirov, rasterast kelûpelên wan salan tên ber çavan.
Carinan hin tişt li hin herêman dibin adet yan jî mode. Li Kurdistanê jî gelek tişt hene ku yekser mirov dibin nav werzekî din. Beriya bi deh salan, dema ku li metropoleke Tirkiyê dimam, qedehên çayê yên piçûk ku li tevahiya Kurdistanê dihatin bikaranîn, ji min re bûbûn kul û derd. Demeke dirêj li wan qedehan geriyam, kî biçûya welêt min ji wan qedehan dixwest lê min bi dest nedixistin. Paşê roj hat ew qedeh li metrepolên Tirkiyê jî bûn mode. Nizanim çima, bi carekê re dilê min ji wan sar bû. Hemû hestên min ên zaroktiyê û hesreta min a welêt di wê modeyê de bi dawî bû.
Beriya çendekê, hevalekî min mala xwe bar dikir, alîkarî ji min xwest. Wêneyekî xwe yê zaroktiyê nîşanî min da. Li pişt wî perdeyek daleqandî bû. Li ser qumaşê bi ser rengê zer ve kulîlkên piçûk hatibûn neqişandin. Dizanim, ev perde tên bîra her kesî, ji ber ku heyamekê di mala Kurdan hemûyan de hebûn. Gelo ev perdeyên bi kulîlk tenê modeyek bûn, yan girêdana Kurdan a bi xwezayê re bû, nizanim. Bi perdeyekê, xwezayê bi xemla xwe di nava civatên welatiyan de cihê xwe digirt. Bi demê re di bibîranînên me de cihê xwe girt û dema ku me behsa zaroktiya xwe kir perdeyên bi kulîlk hatin ber çavên me. Lê belê ji ber ku zaroktiya min li welêt derbas nebûbû, bibîranîneke min a bi vî rengî tine bû û min her hest dikir, tiştekî kêm heye di bibîranînên min ên zaroktiyê de.
Werhasil, pirr lê geriyam, lê min perde nedît.
Di ser re demek derbas bû, rojekê min dolaba me ya nivînan vekir, min dît ku perdeyeke bi kulîlk li ser nivînên me hatiye raxistin. Nizanim çi qasî min li wê perdeyê nêrî. Min rahiştiyê, anî odeyê. Bû mêvana min. Kela canê min rabû, min dixwest bibêjim wî hevalê xwe ku min perde dîtiye lê destê min neçû telefonê. Min xwe kerr kir û perde bi odeya xwe ve daleqand… Bi xêr hatî zaroktî…
Berî çend rojekî, min li xwaringeha cihi kar, kevçiyek dît. Bi min nas bû. Rabihuriyeke min û vî kevçiyî jî hebû. Li ser destikê kevçî kulîlkek dirêj dibû. Di dûvikê kevçî de wekî gulan çar qul vebûbûn. Du gul li ser hev in û beybûnek li ser wan hatiye neqişandin. Min demeke dirêj li kevçî nihêrî. Paşê min xweşik şûşt û min danî cihê wî. Rojeke din dîsa ew kevçî hate ber destê min. Min dîsa xweşik şûşt, bi destmalkekê zuwa kir, bi destmalkeke din jî hêdî hêdî pêça. Dayika ku xwarinê çêdike wekî ku bi hîsên min hisiyabe û li wan serwextbûbe, hat serê min maç kir û got, ser xêrê be ji te re…
Min kevçî anî malê, cem perdeyê… Kevçî li ser maseyê, ez çûm ber paceyê. Gotineke diya min hate bîra min; dinya xwedê nivîn û tiştên me hebûn lê wexta me mala xwe bar kirî, her yek ji wan bi cihekî ve belav bûn…
Li ber paceya me, bawer im bihar li van nêzîkan e, divê kulîlkekê daynim ber paceya xwe.