Bi wêrekiya xwe bû mînak

Pêncşem 18 Gulan 2023 - 15:18

HPG'ê gerîla Aram Sîrvan ê ku 16'ê Kanûna 2022’yan li Zapê di êrişa hewayî de şehîd bû, bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîla Aram Sîrvan got, "16'ê Kanûna 2022’yan di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li rojavayê Zapê hevrêyê me Aram Sîrvan şehîd bû. Hevrêyê me Aram ê ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hişmendiyeke xurt a neteweyî tevlî nava refên partiya me PKK'ê bû, di nava partiya me de paşeroja azad a gelê me dît û li ser vî bingehî bi rengekî fedakar tevlî bû. Li dijî polîtîkayên hêzên dagirker ku hewl didin gelê me ji aliyê fizîkî û ruhî ve ji hev qut bikin û Kurdan qir bikin, têkoşîna azadiyê ya li qadên din ên Kurdistanê weke têkoşîna xwe ya azadiyê dît û xwedî lê derket.

Bila serê malbata hêja ya ku lehengekî bi vî rengî gihand û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, serê xelkê Sine yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Hevrêyê me Aram li bajarê berxwedanê Sine ji dayik bû. Lê belê ji ber zextên rejîma Îranê malbata wî neçar ma koçî Tehranê bike û hevrêyê me Aram jî li wir mezin bû. Sala 2015'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeyên li nava partiyê asta têgihiştina xwe bilind kir. Ji ber vê yekê zû hînî jiyana gerîla û çiyê bû. Demekê li gel hevrêyên me Şehîd Kasim Engîn û Şehîd Helmet ma, sûd ji jiyana wan a derwêşane ya îdeolojiya Apoyî wergirt. Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedakar li pêş bû. Bi îdîa û biryardariyeke mezin bi israr bi ser dijmin de çû û bi vê sekna xwe ya wêrek li nava hevrêyên xwe bû mînak. Weke hevrêyên wî, ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrê Aram û hemû hevrêyên bêdudilî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, em careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bikin."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye bi vî rengî ne;

Aram Sîrvan (Mîhrîdad Rahimyan), li Sine ji dayik bûye, 16’ê Kanûna 2022’yan li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.