Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên şehîd daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Me 20’ê Cotmeha 2023’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku 18 û 19’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kurojaroyê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar qewimî bû. Di vî şerî de 2 dagirkerên bi paye hatibûn cezakirin û 2 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Jîndar Rûmet Meyaser û Zagros Besta di vî şerî de bi cesaretek mezin li dijî dagirkeran şer kirin û şehîd bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me; gerîlaya pêşeng a YJA Starê û mîlîtana PAJK’ê Jîndar Rûmet Meyaser û ewladê berxwedêr ê Reqayê Zagros Besta, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Jîndar Rûmet Meyaser li navçeya Farqînê ya Amedê, hat dinê. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû. Hevrêya me Jîndar her tim zindî, dînamîk bû, ronahî û moral belavî derdora xwe dikir. Kaniyeke bedewiyê bû ku bi hevrêtiya xwe ya samîmî hêz dida mirov. Jiyana gerîla ya kolektîf û komunal, her tim hevrêya me Jîndar bi kelecan kiriye û bi hemû hebûna xwe tevlî vê jiyanê bû. Hevrêya me Jîndar esas girt ku têkoşîna nefsê, têkoşîna zayendî, têkoşîna çînî û ya gerî girîng jî têkoşîna li dijî dijmin bi hev re bimeşîne. Hingî ku di qada pratîk û bîrdozî de şer kir, azad bû, hingî ku azad bû, bedew bû, hingî ku bedew bû ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin.

Hevrêyê me Zagros di nava malbateke welatparêz de li Reqayê ji dayik bû. Piştî ku dewleta Tirk a mêtînger bi rêya çeteyan nekarî encamê bi dest bixe û yekser bi xwe êrîş li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêk anî, ev bû sedem ku hevrêyê me Zagros biryar bide ku bi rengekî çalaktir tevlî nava têkoşînê bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên serhildêr û azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Zagros ku bi xwestek û heyecaneke mezin tevlî nava refên gerîla bû, di hînbûna jiyana gerîla û çiya de ti zehmetî nejiya. Bi alîkariya hevrêyên xwe di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî yê çiyê. Hevrêyê me bi vê sekna xwe zû bû milîtanekî pêşeng. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe nû dikin ku em ê bibin şopdarên ruhê çalakger a ku hevrêyê me Zagros bi fedekariyên mezin avakiriye û em ê tola hevrêyên xwe yên şehîd teqez hilînin."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Jîndar Rûmet Meyaser (Berjîn Arşîmet), li Amedê jidayîk bûye, 19’ê Cotmeha 2023’an li Zapê şehîd bû.

Zagros Besta (Ahmed Çorto), li Reqayê jidayîk bûye, 19’ê Cotmeha 20232an li Zapê şehîd bû. 

BEHDÎNAN