Bi vê lîstikê nexapin
Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 00:51

Hevşaredarê Cizîrê, Mehmet Zirig nerazîbûn nîşanî mihrîcana muzîkê da ya ku wê bi hevkariya qeymeqamtiya dewleta Tirk a Cizîrê û qeyûmê ku şaredariya Cizîrê dagirkiriye bê li darxistin. Wî ji hunermendên ku wê beşdarî konserê bibin jî pirsî û got, "Wê bi kîjan rû, exlaq û wijdanî werin û li ser cenazeyên gelê Kurd bistrên?"
Walîtiya Şirnexê, Qeymeqamtiya Cizîrê û qeyûmê ku Şaredariya Cizîrê dagir kiriye, li Cizîrê mihrîcaneke muzîkê li dar bixin. Li gorî daxuyaniyan, “Mihrîcana Muzîkê ya Cizîrê By Mr. Dosso Dossî" dê di 30'ê Cotmehê de bê lidarxistin û hunermend Xêro Abbas, Tara Mamedova, Sefo û Kûrtûlûş Kûş & Bûrak Bûlût wê derkevin ser dikê.
Walîtiya dagirkeriyê ya Şirnexê, Qeymeqamtiya dagirkeriyê ya Cizîrê û qeyûmê şaredariya Cizîrê dagir kiriye, dan xuyakirin ku mihrîcan wê li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin. Xelkê bajêr nerazîbûneke tund nîşanî vê yekê da.
Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ku qeyûm meqamê wî dagir kiriye, got, ev mihrîcan heqaret e li nirxên gelê Kurd.
‘Bi qest parka Mem û Zîn hilbijartine’
Zirig da zanîn ku cihê ku mihrîcana muzîkê wê lê bê lidarxistin bi qest hatiye hilbijartin û got, “Di navbera salên 2015-2016’an de faşîzma AKP-MHP’ê bi tank û topên xwe Cizîr wêran kir. Di wê pêvajoyê de bi sedan welatiyên Cizîrê hatin qetilkirin. Wê demê bi taybetî di 3 jêrzemînan de bi dehan kes şewitandin. Xirbeyên taxên hatin xerakirin li qeraxa Çemê Dîcleyê vala kirin û ev der kirin park. Belkî hê jî di binê vê parkê de gelek cenazeyên welatiyên me yên bi destê AKP-MHP'ê hatin qetilkirin, hebin. Lê Parka Mem û Zînê bi taybetî hatiye hilbijartin. Sedema vê ya bingehîn jî ew e ku ev der ji bo gelê Cizîrê cihekî hestiyar û xwedî nirx e. Hestiyên zarokên gelê me di bin vê parkê de ne.
Divê gelê me ji bo van hesasiyetan û li hemberî armanca êrişkarên walîtiyê yên li ser nirxên gelê Kurd hişyar be. Divê her kes zanibe ku armanca Walîtiya Şirnexê çi ye. Heger armanca wan moral bûna, ev konser wê li cihekî din li dar bixistana. Armancên wan ên sereke cuda ne. Armanca wan a sereke êrişa li dijî nirxên gelê Cizîrê ye. Qeymeqam û walîtî bûne yek, di bin navê 'konsera moralê' de dixwazin pê li hestiyên zarokên gelê Cizîrê bikin."
Hevşaredar Mehmet Zirig bang li hunermendên ku dê beşdarî mihrîcanê dibin jî kir û got, “Dixwazin kesên ku bi saya nirxên gelê Kurd hatine astekê, daxilî lîstikên qirêj ên li ser hesasiyetên gelê Kurd bikin. Tê gotin, Xêro Ebbas û Tara Mamedova jî dê beşdarî 'mihrîcanê' bibin. Ev hunermend bi têkoşîn û nirxên gelê Kurd dizanin û baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê çawa êrişî van nirxên gelê Kurd dike. Heger beşdarbûna wan rast be, nexwe wê Xêro Ebbas bi kîjan rûyî, bi kîjan exlaqî û bi kîjan wijdanî were û li ser cenazeyên gelê Kurd bistirê? Tara Mamedova dê çawa li cihekî wisa bistrê? Heger bi qasî serê derziyê jî qîmeta nirxên gelê Kurd li cem wan hebe, ew ê berbayê vê lîstikê nekevin."
ŞIRNEX














