Bi tirs sewalan xwedî dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Gulan 2023 - 15:30

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS / MEXMÛR

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin metirsiya DAIŞ û êrişên balafirên dewleta Tirk de, ji bo debara xwe bikin, li Çiyayê Qereçox ê Mexmûrê, sewalan xwedî dikin.

Têkildarî zor û zehmetiyên xwedîkirina sewalan, Mehmûd Pîranî got, ew neçar in ji bo debara xwe bikin, vî karî bikin: “Dema em li Bakur bûn, me sewal xwedî dikirin. Van du salên borî hişkesalî hebû, me gelek zorî kişandin. Lê îsal baran barî, li Çiyayê Qereçoxê bihar e û me jî sewalên xwe anîne van çiyayan. Malbatek bi tena serê xwe nikare sewal û berxan xwedî bike û hem jî bêriyê bike, ji ber wê, me sê malbatan sewalên xwe xistine nav hev û em bi hev re wan xwedî dikin.”

Metirsî li ser me heye

Mehmûd bal bire ser metirsiyên li ser xwe jî û got, “Ji ber ku PDK’ê dora me girtiye, em nikarin zêde derkevin derdora wargehê. Li Herêma Mexmûrê tevgera DAIŞ’ê pirr zêde ye, li ser serê me jî hertim balafirên bê mirov ên dagirkerên Tirk hene. Metirsiyeke mezin li ser me heye, lê em neçar in ji bo debara xwe bikin, sewalên xwe bînin van çiyayan.”

Mehmûd Pîranî herî dawî bang li ciwanan kir da ku xwedî li çanda sewalvaniyê derkevin: “Ev çanda xwedîkirinê sewalan ji bav û kalên me maye. Parastina çandê, timî mirov li ser lingan dihêle. Kengî mirov hewceyî pere bibe, mirov sewalekî difiroşe û pêwistiyên xwe pê dabîn dike.”

Tehma tiştekî nemaye

Qûdret Pîranî jî li ser karê xwedîkirina sewalan got, “Beriya ku em penaber bibin jî me ev kar dikir. Em hatin wargehê, me li vir jî ev çanda xwe dewam kir. Em tên sewalan didoşin û şîrê wan dikin penîr, mast, nivişk, keşk û her weke din. Berê meşk hebûn, me bi wan çêdikir û tehma wê pirr xweş bû. Lê niha hemû tişt bûye makîne û ti tehma wan nemaye. Berhemên berê ji yên niha xweştir bûn.”

Li çolê sewalan xwedî dikin

Qûdret hişkesaliyê par bi bîr xist û got, “Min niha 20 meh hene û ez têm bêriyê şîr ji zarokan re didoşim û debara xwe pê dikim. Cûdahiyeke mezin di xwedîkirina sewalên Bakurê Kurdistan û wargehê de heye. Li vir çêre nîne, tenê kevir û ax hene. Lê Bakur bi bereket bû. Min bi salan li çiyayên Botanê ev kar kiriye. Niha em hatine çola Mexmûrê jî vî karî dikin. Ti berhem nemaye, ji ber ku çêre nîne. Bi zorê em dikarin mast ji zarokan re çêkin. Şîrê ku em didoşin, bernakeve em bifiroşin. Alif giran bûye û xwedîkirina sewalan zehmet e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.