Bi tîmekî çiyayek parast

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Fermandarê HPG'ê Memo Mêrdîn (Davut Çelîk) Îlona sala 2017'an li Cûdî şehîd bû. 

Fermandarê HPG'ê Memo Mêrdîn (Davut Çelîk) Îlona sala 2017'an li Cûdî şehîd bû. Dîmenekî wî derket holêî û di vî dîmenî de ew behsa parastina Çiyayê Şengalê li dijî DAIŞ´ê dike. Di 3'ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê ji bo Êzîdiyan qir bikin, ketibûn nava liv û tevgerê. Tîmekî ji şeş gerîlayan, ji bo parastina bi hezaran kesên xwe li Çiyayê Şengalê girtibûn, li djiî 'artêşa' hovan ketibû çeperê. 

Fermandarê leheng, şehîd Memo bi vî rengî qala wan rojan kiribû: "Li Çiyayê Şengalê em 6 heval mabûn. Hin hevalên din hebûn ku me ew perwerde kiribûn. Va ye qernaseke me, bîksiyeke me (BKC) û hin kleş hebûn ku me bi xwe re anî bûn. Ew bi me re bûn. Ji bilî wan, çekeke me ya giran tine bû. Ji bo wergirtina çekên giran me hin amadekarî dikir. Heman rojê, yanî di 3'ê Tebaxê de me xwe berda Qizilkentê. Hingî ez û sê heval bûn. Li Qizilkentê me hin heval dîtin ku me ew perwerde kiribûn. Agahî dan, gotin 'Li vir doçkayek heye, PDK'ê avêtiye wê derê û çû ye. Me hin heval li Qizilkentê bi cih kirin û vegeriyan Lûfayê. Ev hemû di 3'ê Tebaxê de qewimîn.

Hingê hevalan ji me re gotibûn ku divê em Rambosî kontrol bikin. Me nizanîbû ku Rambosî û Şengal ketine, haya me jê tine bû. Ji ber ku Girzerik û Sîva li ber xwe dan. Piştî ku agahiya 'Girzerik ket' hat, hevalan got, em biçin Rambosî kontrol bikin. Em jî 4-5 heval bûn. Em ê biçûna Rambosî, li wir gel bi rêxistin bikira û heger me karîbûna me yê şer bikira. Jixwe, gotin pêşmerge direvin, me jî got, qet nebe em biçin, rahêjin çekên ji ber pêşmergeyan mane.

Yanî em bi nêta kontrolkirina Rambosî çûn, lê belê heta ku me xwe berda nava Qizilkentê, gotin 'Welle Şengal bi xwe ketiye'. Dema em ketin nava Qizilkentê me dît ku wesayitên çeteyan li nava kolanên Şengalê digerin. Em neçar man bên Lûfayê kontrol bikin."

Derewa PDK´ê bi kêr hat

Dema ku êriş li ser Şengalê bû, PDK'ê li dijî gerîla daxuyanî dida, îdîa dikir ku bi hezaran PKK'î li Şengalê bi cih bûne. Li gorî Memo, ev dezenformasyona ji bo tengavkirina gerîla hate kirin, lê çavê DAIŞ'ê tirsand: "Agahî dan me, gotin 'Çiyayê Şengalê bi gel tijî bûye, DAIŞ jî dixwaze ji xeta Lûfa bi pêş ve biçe'. 3-4 hevalên ku me ew perwerde kiribûn li binê Lûfa li DAIŞ'ê xistin, 2 çete kuştin û êdî ditirsiyan ku bi pêş ve biçin. Li wê derê sekinîbûn û dixwestin bi tedbîr bi pêş ve biçin. Ya rast dixwestin serweriyê li ser temamiya Şengalê bikin. Li gorî wan li nava Şengalê hin kes hebûn ku xwe veşartin û dikarin şer bikin. Lewma jî nelezandin. Berê propagandayek kiribûn, gotibûn 'Hezar heval li çiyayê Şengalê bi cih bûne'. Dibe ku DAIŞ'ê ew bihîstibû, lewma nikarîbû bi pêş ve biçe. Ya rast PDK'ê ji bo tengavkirina me ev propaganda kiribû, lê belê li aliyê din DAIŞ piştî ku bihîst, tirsiya. DAIŞ´ê heta roja sêyemîn û çaremîn newêrîbûn berê xwe bidin çiyê."

Di rojekê de artêşek

Fermandar Memo behsa wê yekê dike, çawa xelkê Şengalê bi rêxistin kirine:

"Lê belê piştî ku Lûfa kontrol kirin, vê carê du kes bi wesayitekê şandin. Piştî ku em derketin ser Lûfa, me dît ku li wir doçkayeke 23 heye. Piştre Qasim Dirbo got, me ev doçka aniye. Baş nizanim, lê dibe ku ji jêr anîbin heta jorê.

Lê belê dema ku em çûn ser wê doçkayê kes li wir tine bû. Jixwe, li wê derê ne yek, lê 2 doçka hebûn. Doçkaya ji 12.5 niha li gel me ye. Wê demê me doçka li dijî hatina çeteyan a ber bi jorê Lûfa ve bi cih kir. Em jî li ber sekinîn û me gel xist çeperê. Çekên gel jî hebûn. Wê rojê me bi rêya telefonê nêzî 700 kesan li çiyê xistin çeperê. Komeke baş bû. Em li çiyê bûn artêşek."

 

Sê qehremanên Şengalê şehîd bûne

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku sala 2017´an li Cûdî şehîd bûbûn, eşkere kir. Wê got, “Em ê li ser şopa hevalên xwe Memo, Serhat û Êriş biçin û em ê teqez xeyalên wan pêk bînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê layiqî şehîdên xwe bin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hevrêyên me Memo, Serhat û Êriş bi têkoşîna xwe navê xwe bi herfên zêrîn li dîroka azadiya Kurdistanê nivîsandine û bûne mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Dema ku li ser gelê me yê Êzîdî qirkirin pêk hat, wan berê xwe da Şengalê û şer kirin. Şerê destanî, helwêsta wêrek û fedakariya mezin a milîtaniya Apoyî di şexsê hevalên me Memo, Serhat û Êriş de darîçav bûye. Dema ku her kes bi tirs û xof ji Şengalê direviya, milîtanên Apoyî bi cesareteke mezin çûne ser zilmê, çeteyên DAIŞ’ê têk birin û peywira xwe ya dîrokî ya li Şengalê bi serkefî bi cih anîn. Her sê hevalên me, bi moral, coş û serbilindiyeke mezin vegeriyane çiyayên Kurdistanê û vê carê jî li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê şer kirine.

Di sala 2017’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker bi pêleke mezin êrişî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikir, Botan di serî de li her devera Bakurê Kurdistanê destanên berxwedanê pêk hatin. Li qada Cûdî dema ku hevrêyê me Memo fermandarê herêmê bû, gelek çalakî hatin kirin û di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatin xistin û pîlanên dijmin hatin pûçkirin. Hevrêyên me Memo, Serhat û Êriş ji bo azadbûna civaka Êzîdî peywira xwe bi cih anîn û di 15’ê Îlona 2017’an de di operasyona artêşa Tirk a dagirker de piştî şer, şehîd bûne.

Em ê li ser şopa van hevalên xwe bimeşin û em diyar dikin em ê xeyalên wan ên azadiyê teqez bi cih bînin û em ê layiqî şehîdan bin.”

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

* Memo Mêrdîn (Davût Çelîk) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Wesîle û Alî, 15’ê Îlona 2017’an li Cûdiyê şehîd bû.
* Serhat Cegerxwîn Dîgor (Îbrahîm Gonen) ê li Qersê ji dayik bûye, kurê Fatma û Hûlûsî, 15’ê Îlona 2017’an li

Cûdiyê şehîd bû.

* Êriş Hebûn (Bariş Erkol) ê Wanê ji dayik bûye, kurê Bedîa û Mehmet, 15’ê Îlona 2017’an li Cûdiyê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.