Bi tifaqê Cejna Êzî pîroz bikin
Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:18
- “Di kesayetiya cangorî Merwan Bedel û Seîd Hesen Seîd de, cejna Êzî li cangoriyên Êzîdxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74’an, li tevahiya civaka Êzdî pîroz dikin.”
Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewrûpayê Cejna Êzî pîroz kir û got, “Di kesayetiya cangorî Merwan Bedel û Seîd Hesen Seîd de, cejna Êzî li cangoriyên Êzîdxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74’an, li tevahiya civaka Êzdî pîroz dikin.”
Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewrûpayê Cejna Êzî bi daxuyaniyekê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em bi rasthatina cejna Êzî bang li tevahiya civaka xwe dikin da ku plan û projeyên dijminan pûç bikin, xweserî û statûya Şengalê bi hikûmeta Iraqê û hêzên navneteweyî bidin qebûlkirin û misogerkirin.’’
KCÊ ya Ewrûpayê cejn li ser navê SMJÊ (Sîwana Miclîsen Jinên Êzdî) NAV-YÊK (Navenda Yêkîtîya Komelên Êzdîyan) MŞD ( Miclîsa Şingal ya Derveyî Welat) YÊS (Yêkîtîya Êzdîyên Surî), HCÊ (Hevgrtina Ciwanên Êzdîyan), NÇÊ (Navenda Çanda Êzdîxan), Sîwana Miclîsen Gundên Êzdîyan (SMGÊ) pîroz kir.
NAVENDA NÛÇEYAN