Bi tena serê xwe 23 hezar îmze

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 5 Îlon 2022 - 04:27

Li gorî nûçeya Ceylan Şahînlî ya di Ajansa Mezopotamyayê (MA) de Îsmet Tîmûrturkkan ê 49 salî yê bi nexweşiya pençeşêrê ketiye, ji bo PKK ji "lîsteya terorê" bê derxistin, li Qibrisê bi tena serê xwe 23 hezar îmze kom kirine.  

Îsmet Tîmûrturkkan sala 2006'an ji ber zextên siyasî ji bêgavî ji navçeya Rihayê Pirsûsê koçber dibe û li Qibrisê dibe penaber. Ji 25'ê Gulana 2022'yan ve di çarçoveya kampanyaya derxistina navê PKK´ê ji "lîsteya terorê" de îmzeyan kom dike. Tîmûrturkkan gotiye, "Îmze ji me xwestin, me jî da. Paşê bang li me kirin ku em bi hev re îmzeyan kom bikin. Me wê rojê bi wan re îmze kom kirin. Hevalê min jî got, wî bi tena serê xwe 29 rûpel îmze berhev kirine. Min jî di xebateke 4 saetan de ya bi hevalan re 32 rûpel îmze berhev kirin. Di her rûpelekê de 12 îmze hebûn. Bi vî awayî ez jî daxilî kampanyayê bûm."

Tîmûrturkkan destpêkê bi 6 kesan re îmzeyan berhev dike. Paşê jî bi tena serê xwe dewam dike. Meha ewilî 21 hezar û 500 îmze berhev kirine. Lê piştre ji ber sedemên tenduristiyê, nekariye biçe ber tavê, lê dîsa jî heta niha wî bi tena serê xwe 23 hezar îmze berhev kirine.

Wî nexasim gelek îmze ji biyaniyên Nepalî berhev kirine. Ew dibêje, “Gava behsa Ocalan û Kurdistanê tê kirin, helwêsta wan a ji bo me hîn pozîtîftir e."

Tîmûrturkkan wekî din xwest her kes û derdor piştgiriyê bide kampanyayê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.