Darên bonsaî ku bêhtir li Çîn û Japonyayê tên çandin bi hêlên xwe yên hunerî jî tên zanîn. Ev dar pirr bi kêr tên û xelk wan bi armancên cuda bi kar tîne. Lê hin darên piçûk ên bonsaî jî hene. Nexasim jî hin darên piçûk ên bonsaî weke formên hunerî yên xwezayî ne. Ji bo ew xweşik mezin bibin, divê mirov hay ji darên bonsaî hebe û baş li wan binihêre. Lê darên bonsaî yên Andy Elliot ên ku wî bi têlan çêkirine, hewceyî avê nînin. Hunermendê Ingilizî bi nihêrîneke hunerî darên bonsaî dinirxîne û bi têlan darên piçûk ên xweşik çêkirine.
Hunerê Andy Elliot hunerekî mînyatûr e. Darên wî dişibin darên jidil ên bonsaî û kite bi kite bi daran daketiye. Ji bo ew van darên xwe yê piçûk ên mînyatûr çêke bi rojan dixebite û bi metrayan jî têlan li hev dilifîne. Ew ji bo vî karî, alavên cuda bi kar tîne û piştî bi van alavan têlan li hev ditewîne, ev darên wî yên xweşik derdikevin holê.
Beriya ew darekê çêke, formekî hazir dike, yanî xêz dike. Andy Elliot dibêje, “Hin caran destûrê didim ku bi awayekî xwezayî form ava bibin. Berhemên min formên bonsaî weke bingeh qebûl dikin û li ser vî bingehî, bi pîvanên cuda têlan bi kar tînim da ku berhem temam bibin. Andy Elliot, malzemeyekî weke têlê ku pirr ji rêzê tê dîtin bi awayekî afirîner dinirxîne û vediguherîne malzemeyekî bi kêrhatî yê ku hunerekî xweşik dixemilîne.
MANCHESTER