Bi ta û derziyê tabloyan dineqişîne

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Di çanda Kurdan de, bi pirranî jî di çanda Kurdên Botanê de çêkirina gore, çente, şeleme û mehfûran bi derziyê bi nav û deng e û pirraniya dayikan bi derziyê karê destan dikin. 

ROJEVÎN RÛBA / JÎNHA/MEXMÛR

Di çanda Kurdan de, bi pirranî jî di çanda Kurdên Botanê de çêkirina gore, çente, şeleme û mehfûran bi derziyê bi nav û deng e û pirraniya dayikan bi derziyê karê destan dikin. Di roja me ya îro de jî gelek tiştên bi derziyê tên çêkirin hene, û yek ji van jî bi neqş û derziyê çêkirina tabloyan ango wêneyan e. Jina ciwan, şêwekar Medîne Tok li wargeha penabaran a Mexmûrê gelek tablo çêkirine, tabloyên wê di gelek pêşangehan de hatine nîşandan, ev cara yekem e li Mexmûrê bi derziyê dikaribû tabloyekê çêke.

“Min ji dayika xwe îlham girt”

Medîne Tok dibêje, dema ew hînî xêzkirina tabloyan bûye, wê gelek tablo çêkirine xwest tiştekî din ên hunerî û balkêştir çêke: “Min sala 2019’an, dest bi karê hunerê şêwekariyê kir. Min destpêkê bi pênûsa reş wêne xêz dikirin, piştre ez hînî çêkirina tabloyan bûm û min gelek tablo xêz kirin. Tabloyên min di pêşangehan de hatin nîşandan. Bi demê re min xwest ez tiştekî cuda û balkêş çêkim ji ber wê jî dema ku min dît hevaleke me bi derziyê wêneyekî piçûk çêkiriye, li malê jî dema ku dayika min bi derziyê gore û tiştên din bi dest çêdikirin, wê jî tesîr li min kir çawa ku dikare wan nexşan li ser gore û çenteyan çêke, min jî ji vê yekê îlham girt û min jî biryar da ku ez tabloyekê bi derziyê çêkim.”

Şahmaran di dilê xwe de nehişt

Medîne Tok bi bîr xist ku dema zarok bû, gelek caran guhê xwe daye çîroka Şahmaran û heta niha ji ber bala wê kişandibû, mabû di fikra wê de: “Dema ku min destpêkê xwest ez bi derziyê tabloyan çêkim, hinekî dudilî bûm. Ev tabloya ku min hilbijart ji jî dîrokê heta niha di çanda Kurdî de Şahmaran heye û di zaroktiya xwe de jî min gelek caran li çîroka wê guhdarî kiriye. Ew çîrok di fikra min de mabû. Ji ber wê min tabloya Şahmaranê bi derziyê çêkir. Min destpêkê xetên wê yên sereke bi pênûsa reş çêkirin, piştî wê min dest bi çêkirina tabloyê kir. Ev rengên ku min di tabloya xwe de bi kar anîne, 7-8 rengên cuda yên ku bala min kişandin û kêfa min ji wan re tê. Min ev tablo di nava 20 rojan de di demên xwe yên vala de temam kir.”

Şêwekar Medîne Tok bang li ciwanan jî dike da ku ya dilê xwe bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.