Bi sîlehên kîmyewî şehîd bûn

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • HPG'ê ragihand ku gerîla Zerdeşt û Mervan di êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûne.

HPG'ê ragihand ku gerîla Zerdeşt û Mervan di êrişa bi çekên kîmyewî de şehîd bûne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got: "Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan li herêma Zapê li refên herî pêş bersiv dan operasyona dagirkeriyê ya 14'ê Nîsanê, 2 mehan li dijî artêşa Tirk a dagirker bi rengekî dîrokî li ber xwe dan.

Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan li tunelên şer ên Şehîd Şahîn bi roleke giring rabûn ku kirin dijmin bi dehan kuştiyan bide û bûn ji wan hevrêyên me ku li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşîst li refên herî pêş li ber xwe bidin. Li dijî artêşa Tirk a faşîst a NATO'yê, hevrêyên me berxwedaneke dîrokî nîşan da û ev berxwedan gihandin asta herî bilind. Dewleta Tirk a faşîst ku li gel van derfetan jî nekarî derkeve pêşiya gerîla, careke din sûcê şer kir û li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîn. Di encama vê êrişa bi çekên kîmyewî de hevrêyên me Zerdeşt û Mervan şehîd bûn. Hevrêyên me Zerdeşt û Mervan bi berxwedana xwe wê weke lehengên gelê Kurd bêne bibîranîn.”

HPG´ê ji bo şehîd Zerdeşt Ranya got, “Hevrêyê me Zerdeşt sala 2006'an biryar da tevlî nava karên ciwanan bibe. Sala 2014'an dema ku tevlî nava refên gerîla bû çû Zagrosan û heta şehîd bû li Zagrosan ma. Hevrêyê me Zerdeşt zû hînî şert û mercên giran ên Zagrosan bû û di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Zerdeşt di her kêliya jiyanê de nîşan dida ku qîmetê dide hevrêyên xwe û bi hesasiyet hewl dida taybetmendiyên şehîdan di kesayetiya xwe de biafirîne û bi vî rengî xwedî li hevrêyên xwe yên şehîd derkeve. 

Gerîlayekî profesyonel bû, û ji bo bibe fermandarekî pêşeng bi gavên bi xwe bawer dimeşiya û gelekî bi pêş ket. Bi rêbaza xwe ya dilnizm û fêhmkirinê, di nava hevrêyên xwe de dihate hezkirin.”

HPG´ê ji bo şehîd Mervan Baz jî got, “Hevrêyê me Mervan li navçeya Amedê Farqînê ji dayik bû û mezin bû.

Hevrêyê me Mervan bi eslê xwe ji Bismilê bû

Hevrêyê me Mervan ji bo ku di her derbê de ya ku li dijmin tê xistin, para wî jî hebe û ji bo vê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Mervan demeke dirêj li herêma Xakurkê ma û bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bû. Ji bo bibe gerîlayekî profesyonel di perwerdeyên leşkerî re derbas bû. Pişre wî ji bo pratîkkirina perwerdeya xwe pêşniyaz kir ku biçe herêma Zapê. Hevrêyê me Mervan li herêma Zapê di gelek çalakiyên bi bandor de rola xwe bi cih anî û bi pratîka xwe, xwe îsbat kir.”

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

Zerdeşt Ranya (Karwan Kadîr Husên) ê li Ranya ji dayik bûye, kurê Nahîde û Qadir, 14'ê Hezîrana 2022´yê li Zê (Zapê) şehîd bû.

Mervan Baz (Şehmûz Akkoyûn) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Mesûre û Mûsba, 14'ê Hezîrana 2022´yê li Zê (Zapê) şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.