Tevgera Jinên Ciwan a Bajarê Helebê Şevbihêrka huner ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şideta beramberîjinê li dar xist. Şevbirhêrk li Taxa Şêx Meqsûd bi êr ve çû. Di bernameyê de gelek endam û nûnerên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Hola bernameyê bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Jinên Ciwan hat xemilandin.
Di şevbihêrkê de helbestvan Sozdil Nebo, Sozan Dehar, Şêrîn Dawûd û Evîndar Mihemed helbestên xwe xwendin. Her wiha zarokên bi navê Şêrîn Elî û Kewser Ebûd ên ji Efrînê, stranên li ser Efrînê gotin. Ji Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma şehîd Vejîn jî stranên xwe gotin.
HELEB