Bi serbilindî Vejîn pîroz kirin

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:15

  • 15 jinên ciwan ên Kurd di salvegera damezirandina PKK’ê de helwêsteke watedar nîşan dan û tevlî nava refên gerîla bûn. Wan got: Tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla em dikarin roja dîrokî bi serbilindî pîroz bikin.

Komeke ji 15 jinên ciwan, bi tevlîbûna li nava refên gerîla salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Jinên ciwan bi daxuyaniyekê sedema tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla eşkere kir û got, "Em di serî de 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, şehîdên xwe û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin. Salvegera avabûna PKK’ê serketina mezin e. Heqîqeta PKK’ê heqîqeta jina azad e. Rêber Apo got, 'PKK helbestek e, stranek e û destaneke bê dawî ye'. Em jî dibêjin, 'PKK eşq û îradeya jinên ciwanan e'. Em vê roja dîrokî bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azad pîroz dikin. Nirxên PKK’ê hemû ji aliyê şehîdên berxwedêr ve hatine avakirin. Di şexsê şehîdên me yên mezin Şehîd Hakî Karer, Şehîd Bêritan, Şehîd Zîlan Şehîd Sara heta Şehîd Delal Amed…û heta roja me ya îro jî ev nirx ji aliyê şehîdên me yên pêşeng yên weke Şehîd Vejîn Jiyan ve tên parastin. Bi tevlîbûna xwe, em sond dixwin ku em ê van nirxan biparêzin.

Ciwan nikarin vê rojê ji rêzê pîroz bikin

Jinên ciwan di dewama daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanan kir û got, “Çirûska 27’ê Mijdarê encama ruhê Apoyî yê ciwantiyê bû. Ji ber vê yekê jî ciwan bi taybetî jinên ciwan her ku diçe dibin hedefa dijmin. Dijmin nikare xwe li wê yekê ragire ku em weke jinên ciwan bi felsefeya Rêbertiyê ji bo azadiya xwe têdikoşin û bi hêztir dibin. Lê dîsa jî em ti caran ji xeta xwe ya Apoyî tawîzê nadin. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bersivên dîrokî didin dijmin. Heval Şehîd Sara û Rûken li navenda bajarê Mêrsînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke fedayî pêk anîn. Ev çalakiya her du hevalan heta roja îro dijmin matmayî dihêle. Piştî êrişa li ser Şehîd Vejîn Jiyan bi dehan jinên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn. Em jî dixwazin tola hezaran şehîdên xwe bi tevlîbûna xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo re bersivê bidin. Dagirker wê ti carî negihêjin armanca xwe, ji ber ku em PKK’yî ne, em Apoyî ne. Weke jinên ciwan tenê bi tevlîbûna di nava refên gerîla de em dikarin bersivê bidin rojeke wiha dîrokî. Ji ber vê, em tevlî nava berxwedana gerîla dibin. Dijmin divê bizane ku çiqasî êrişê gelê me, hevrêyên me dike bila bike, em ê weke jinên ciwan ên Kurd ewqasî bi biryar tevlî nav refên PKK’ê bibin. Dema yek Vejîn Şehîd dibe, bi sedan Vejîn wê rabin. Ji ber wê, bila her kes bi PKK’ê serbilind be.

Di dawiyê de em bang li jinên ciwan ên Kurd hemûyan dikin da ku tevlî nava refên azadiyê bibin. Ciwanên Kurd nikarin rojeke wiha dîrokî bi awayekî ji rêzê, adetî pîroz bikin. Na. Tenê bi tevlîbûna nava refên gerîla em dikarin roja dîrokî bi serbilindî pîroz bikin. Bila dijmin bizane ku em ê çirûska 27’ê Mijdarê gurtir bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.