Bi ser dagirkeran de xweş girtin

Sêşem 19 Îlon 2023 - 15:53

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan pêr êvarê, li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundê Eble yê ser bi Babê çalakiyek li dar xistiye. HRE da zanîn ku ku di çalakiyê de 15 çete hatine kuştin. HRE´yê dîmenên çalakiyê jî weşandin û tê de xuya dike ku gelek çete bi sîlehên ferdî, roket û bombeyên destdan tên kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê têkildarî çalakiya xwe ya pêr êvarê ya li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, agahî dan.

Bersiv dan êrişên dewleta Tirk

Di daxuyaniyê de HRE da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêmê didomin lê hêzên wan çalakiyên bibandor ên bersivdayînê li dar dixin.

Di dewamê de HRE´yê ev agahî  parve kirin: “18’ê Îlonê li gundê Eble yê ser bi bajarokê Babê, ji aliyê hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyeke biserdegirtinê hat kirin. Di encama vê çalakiyê 15 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn. 3 mewzî, 3 motorsîklet, seyareyek û depoyeke cebilxaneyê hatin rûxandin. Her wiha 6 çekên AK-47 tevî 2 rext û 12 şarjorên xwe, çekeke BKC tevî zîncîra xwe, çekeke B-7, 4 bombeyên narincok, telefonek û nasnameyek hatin desteserkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.