HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Bi saya fermandara fedayî hevrê Nûdem û şoreşgerên mînak ên Apoyî hevrê Dilda û Vînar em ber bi serfiraziyê ve dimeşin.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Şervanên pêşeng ên partiya me yên PAJK û PKK’ê, şervanên qehreman ên YJA Starê û şoreşgerên mînak ên ku ji bo erk û berpirsyariyên serdemê li ber xwe dan, hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar di Adar û Gulana 2023’an de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.
Têkoşîna me ya bi pêşengiya jinên azadîxwaz û qehreman ên Kurdistanê berdêlê dide û bi saya hevrêyên me Nûdem, Dilda û Vînar ên di milîtaniya fedaî ya Apoyî de şoreşgerên mînak in, ber bi serkeftinê ve bi pêş ve diçin. Armanca me ya herî mezin ew e ku em layiqî hevrêyên xwe bin, bîranînên wan zindî bihêlin, xeyalên wan pêk bînin û tola wan hilînin.
Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêya me Nûdem li gundê Teterqazî yê Milazgira Mûşê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Di sala 2010’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hêvrê Nûdem ji bo erkên milîtaniyê xurttir pêşiwazî bike, bibe milîtaneke di xeta Rêbertiyê de, di sala 2017’an de tevlî Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Nûdem weke fermandarekê xwedî kesayeteke sade û dilnizm bû. Bi sekna xwe ya fedakar di hava hemû hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û rêzdariyê.
Hevrêya me Dilda li Silopiya di nava malbateke welatparêz a eşîra Cafirî de jidayîk bû. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyan de beşdarî nafa refên tekoşînê bû. Hertim xwest tekoşînê gavekê pêşde bibe û hertim di nava lêgerîna azadiyê de bû. Ev lêgerînên wê, hişt ku tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bibe. Hevrêya me Dilda bi hesab tevlî hemû xebatan bû, her kêliya xwe ya di nava tekoşînê de bi berxwedanê derbas kir. Bi milîtanî bû layiqê ala YJA Star û xeta PKK û PAJK’ê. Di jiyan û şer de bû xwedî sekn û tevlîbûneke fedayî û li dijî dagirkeran di refên herî pêş de bi milîtanî şer kir.
Hevrêya me Vînar bi eslê xwe ji Amedê ye, li Edenê jidayîk bûye. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesaeyta xwe ya samîmî û dilnizm yekser bal dibire ser xwe. Bi kesayeta xwe ya lêkolîner hertim xwe û hevrêyên dora xwe pêş dixist û bi tempoyeke mezin tevlî dibû. Hemû jiyan û kesayeta xwe li hemberî rastiya Rêbertiyê lêporsîn dikir, ti carî xwe bes nedidît û hertim hîn bêhtir xwe tevlî dikir. Bi taybetmendiyên xwe yên wêrek û fedakar ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Hevrêya me Vînar ku rengê xwe tevlî her cihê lêbû dikir û moral dida hevrêyên xwe, weke gerîlayeke YJA Starê rola xwe ya pêşengiyê bi layiqî bicîh anî.
Agahiyên nasnameya hevrêyê me yê ku gihiştiye şehadetê wisa ye:
Nûdem Sîdar (Fîlîz Tekîndag), li Mûşê jidayîk bûye, Adara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Dilda Dilbirîn Cûdî (Mizgîn Kulter), li Şirnexê jidayîk bûye, Adara 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Vînar Hêvî (Dîlan Saglam), li Edenê jidayîk bûye, Gulana 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
BEHDÎNAN