- Mihemed Mehmûd Derwêşê ku li Şengalê bi hewara Êzîdiyan ve çû, di şerê li Kobanê de bû xazî. Di dagirkeriya Efrînê de hat girtin û bi êşkenceyê lingekî wî hat jêkirin û bi saxî ew xistin gorê. Ev 8 sal in di hepsên Tirkiyeyê de ye û li malbata xwe digere.
Mihemed Mehmûd Derwêş di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hêzên çete yên ser bi dewleta Tirk, ew girtin û her cûre êşkence lê kirin. Ew piştre jî radestî dewleta Tirk hat kirin. Dewleta Tirk jî heman êşkence li Mihemed Mehmûd Derwêş kirin. Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, bi Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Omer Faruk Yazmaci re peyivî û hîn bû ku Mihemed Mehmûd Derwêş ev 8 sal in hewl dide xwe bigihîne malbata xwe.
Li gorî nûçeya di MA´yê de Mihemed Mehmûd Derwêş li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin û bi salan e li malbata xwe digere. Serpêhatiya Mihemed Mehmûd Derwêş a ji 2015´an ve, esas hovîtiya çeteyên dagirker ên dewleta Tirk û dewleta Tirk a dagirker nîşan dide.
Mihemed Mehmûd Derwêş, li paytexta Sûriyeyê Şamê ji dayik bûye. Ew tevlî nava refên PKK´ê dibe û di 2014’an de hîna 20 salî, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê diçe Şengalê. 6 mehan li gel civaka Êzîdî li dijî êrişan têkoşiya û piştre jî berê xwe da bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li dijî DAIŞ’ê têkoşîna xwe dewam kir. Di dema şerê li Kobanê de birîndar bû. Ew li Moskovê li cem malbata xwe 6 mehan derman dibe. Ji ber birîna guleyê, lêva wî bi temamî ket û 3 caran ji lêva xwe emeliyat bû.
Çete wî bi saxî dixin gorê
Piştî ku derman dibe, sala 2015’an de careke din berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Sala 2018’an di dema dorpêçkirina Efrînê de Derwêş hate girtin û rastî êşkenceyên dermirovî hat. Di êşkenceyê de lingê wî yê rastê hate birrîn û hemû diranên wî hatin kişandin. Komên çete yên delweta Tirk a dagirker, Dervîş bi saxî di gorê û bi rojan di gorê de hiştin. Piştî ku sax ji gorê derxistin jî li ser sînor radestî dewleta Tirk kirin. Leşkeran, Dervîş bire Nexwexşaneya Dewletê ya Skenderûnê. Dîmenên êşkenceyê yên Derwêş li ser medyaya dijîtal hatin parvekirin û wisa tê texmînkirin ku malbata Derwêş dibêje qey kurê wan miriye.
Dema Mihemed Mehmûd Derwêş birin nexweşxaneyê, pêdiviya wî bi xwînê hebû lê nehat dayîn. Lê hemşîreyek alîkariya wî dike û wî rizgar dike. Hêj niha jî di laşê Derwêş de bi dehan şopên mayînde yên guleyan, kêr û êşkenceyê hene. Ji ber êşkenceyê, carnan bîra Derwêş diçe û tê. Piştî ku ew birin Tirkiyeyê, salek û nîvê li Girtîgeha Skenderûnê hate ragirtin û piştre hate berdan. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di encama îxbarekê de hate binçavkirin û dîsa hate girtin.
Li hepsê kete dest DAIŞ´iyan
Mihemed Mehmûd Derwêş, şandin Girtîgeha Tîpa T a Hatayê. Li wir 3 salan zext lê hate kirin ku di qawîşa DAIŞ’iyan de bimîne. Di vê navberê de cezayê muebeta giran lê hate birrîn. Bi salan piştre parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûn serdana Mihemed Mehmûd Derwêş. Wî ji wan re got, “DAIŞ’iyên li girtîgehê her roj, her deqîqe, her saniye li min dixin. Çermê laşê min jî zimba kirine.”
Di Gulana 2022’yan de jî ew şandin Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2 ya Turkoglû ya Mereşê. Îcar jî zext li Derwêş kirin ku wî bixin qawîşa girtiyên El Nusrayê. Endamên El-Nusrayê bi kêrên fêkiyan destên wî birrîn. Demekê piştre jî dikeve qawîşa girtiyên siyasî. Dervîş, niha bi saya alîkariya girtiyên siyasî, pêdiviyên xwe pêşwazî dike, êdî dermanên xwe peyda dike û dikare ji bo cihên têkildar miracaetan bike. Mihemed Mehmûd Derwêş, demekê piştre şandin Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê. Ji ber lamika rastê ya Dervîş tune ye, bi zor û zehmet diaxive. Ji ber êşkenceyên dermirovî yên lê hatine kirin, Derwêş bi nexweşiyên ketiye. Lê tevî vê yekê jî sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê nayê kirin.
Her zilm lê kirin
Nîsana bihurî Mihemed Mehmûd Derwêş, ji bo Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) nameyek şand û got, “Di encama derewên îtîrafkaran de cezayê muebetê li min hate birrîn. Her cureyê eziyetê li min kirin. Ji we rica dikim, ji min re bibin alîkar ku malbata xwe bibînim.”
Nûnerekî qanûnî û wasiyê Derwêş nîne. Lewma dema kesek jê re pereyan dişîne jî doz lê tê vekirin.
Derwêş, da zanîn ku bavê wî ji Qamişloyê ye, helbestvanekî muxalif e, di sala 2005’an de ji hêla rejîma Esad ve hate girtin û piştî ku tevahiya mal û milkê wî hate desteserkirin, li gel malbata xwe koçî Belçîkayê kiriye. Derwêş got, navê dayika wî Mîne Mexlûb Ereb e û xwîşka wî Evîn Mehmûd Derwêş jî li Moskovê dijî û bijîşka çav e. Bi domdarî Derwêş got, dayik û bavê wî li paytexta Belçîkayê Brukselê dimînin, bang kir da ku bi wan re peywendî bê danîn.
Êşkenceya mezel
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê parêzer Omer Faruk Yazmaci di Gulanê de çû serdana Mihemed Mehmûd Derwêş. Yazmaci, têkildarî tiştên hatin serê Mihemed Mehmûd Derwêş got, dema ku çeteyên OSO’yê êşkence lê kirin, dest û lingên wî bi traktorê ve girêdan û bi kîlometreyan bi erdê ve kaş kirin. Yazmaci, wiha dewam kir: “Piştre jî xistine goreke ji hesin û bi ax pêde kirine hatiye veşartin. Gora ji hesin rojê tenê carekê dihat vekirin, ji petekî avê yê hatiye qulkirin dilop bi dilop av didan wî. Bi vê avê jî tenê lêva wî şil dibû.”
Yazmaci da zanîn ku dema li Hatayê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, “gefa ‘yan tu dê bibî îtîrafkar, yan jî em diranên te çênakin’ lê hatiye xwarin. Niha li Girtîgeha Kirşehîrê dimîne û got, mafê sihet, xwendin û atolyeyan ji destê wî hatiye girtin. Her wiha cilên jê re tên şandin jî radestî wî nayên kirin. Ji ber ku wasîyê Derwêş tine ye, heta cil jî jê re nayên şandin. Banga min ji bo raya giştî ew e ku di vê mijarê de hestiyar tevbigere.”
Yazmaci got, “Tevî ewqas êşkenceyan jî, îradeyeke mezin nîşan daye û jiyaye. Lê hêj jî nekariye birînên xwe bipêçe. Beden û ruhê wî bi êşên giran tije ye.”
Divê em bêdeng nemînin
Yazmaci herî dawî Bang li xelkê kir da ku ji bo Muihemed Mehmûd Derwêş û kesên din ên xwedî heman serpêhatiya, kar bikin: “Divê em li hemberî van bûyerên wiha hovane, bêdeng nemînin. Bêdengiya li hemberî êşkence, miameleya dermirovî û miameleya xerab, hevkariya wan sûcan e. Divê çapemenî û rêxistinên civaka sivîl guh bidin vî dengî. Ev pirr girîng e. Ji bo ku balê bikişînin ser binpêkirinên mafan, ji bo dengê kesên rastî êşkenceyê hatine bêhtir bidin bihîstin û ji bo edalet pêk pê, ev çîrok girîng e. Divê rayedarên dewletê jî guh bidin vî dengî. Divê ji bo pêşîgirtina li êşkence, miameleya xerab û zilmê, edaletê pêk bînin û mexdûr bên parastin. Ji bo têkoşîna parastina rûmeta mirovahiyê, pêkanîna edaletê û bidawîkirina êşkenceyê, divê em bi hev re têbikoşin.”