Bi şantajê kirin sîxur

Sêşem 1 Îlon 2020 - 16:30

  • Li Awusturyayê sîxureke dewleta Tirk li xwe mikur hat û Wezîrê Karê Hundir Nehammer got, ew ê li dijî tesîra dewleta Tirk bi şid şer bikin.

Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer doh tevî Rêveberê Giştî yê Ewlekariya Awusturyayê û wezîra întegrasyonê daxuyaniyek li ser karên MÎT´ê û doza lêpirsînê ya ji ber wê yekê, li Viyanayê da çapemeniyê. Wî da zanîn ku wan li dijî kesekê ji ber ajantiyê doz vekiriye û lêpirsîna wan li dijî bêhtir kesên gumana ajantiya MÎT´ê li ser wan heye, dewam dike.
Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer da zanîn ku kesa doz lê hatiye vekirin, li xwe mikur hatiye ku ajana MÎT´ê ye. Li gorî agahiyên rojnameya Kronen xwe gihandiyê, ev ajan jinek e û li Tirkiyeyê beriya bibe ajan hatiye girtin. Ev jina hanê bi şertê ku ajantiya MÎT´ê bike di nava civaka Tirk û Kurd a li Awusturyayê de hatiye berdan.
Axir wezîr Nehammer di daxuyaniya xwe de ji bo kirinên dewleta Tirk got, "Ev meseleyeke bandora hêzeke biyanî li ser erdên Awusturyayê ye û ev ê neyê qebûlkirin."

Li xwe mikur hatiye

Rêveberê Giştî yê Ewlekariya Awusturyayê Franz Ruf jî got, delîlên zelal hene di destê wan de ku nîşan didin dewleta Tirk dixwaze tesîrê li Awusturyayê bike. Hem wezîr Nehammer û hem jî Franz Ruf îşaret bi êrişên nijadperestên Tirk li dijî jinan ên Hezîrana bihurî li Awusturyayê kir. Wezîr got, ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke edlî û ajaniyê ye, di heman demê de sîstemîk e.
Hezîrana bihurî nijadperestên Tirk bi rojan êriş birin ser jinan, çepgiran û piştgirên Kurdistanê. Hingê di navê de polîsê Awusturyayê bi dehan kes jî hatibûn birîndarkirin. Rayedarên Awusturyayî behsa nîzameke eskerî ya êrişkaran kiribû û gotibû, ev dişibe karê dewletan.
Wezîrê Karê Hundir ê Awusturyayê Nehammer ji bo kesa doz lê hatî vekirin jî got, "Kesek bi temamî li xwe mikur hat ku MÎT´a Tirk ew girtiye kar ji bo ku sîxuriyê bike di nava welatiyên Tirk û welatiyên Awusturyayê yên berê welatiyên Tirkiyeyê de. Da ku paşê giliyê wan bike li cem rayedarên Tirk." Lê belê Nehammer negot, ka ev kes kî ye.

Sîxurî li welatiyên Awusturyayê ferz kirine

Rojnameya Kronen bi xwe xwe gihandiye agahiyên ji polîs û dibêje, ev kesa wezîr behsa wê dike, berê li Tirkiyeyê hatiye girtin û bi şertê sîxurtiyê bike hatiye berdan. Jixwe agahiyên wezîr dayî jî îşaret bi vê yekê dikin. Wî got, ji sala 2018´an ve 30 welatiyên Awusturyayê li Tirkiyeyê hatine girtin û nîşanên wê yekê hene ku MÎT´a Tirk hewl daye wan bike sîxur ji xwe re.

Bi şid wê şerê tesîra dewleta Tirk bike

Wezîr bi awayekî zelal li dijî karê sîxuriyê yê dewleta Tirk li Awusturyayê peyivî: "Li Awusturyayê cihê sîxuriya dewleta Tirk nîne. Cihê bandora dewleta Tirk li ser azadî û mafên sereke yên li Awusturyayê nîne. Em şerê vê bi şidet dikin."
Wezîr da zanîn ku dozên lêpirsînê di heman çarçoveyê de dewam dikin û wan hem Europol û hem jî Serokatiya Konseya Ewrûpayê jî elaqedarî meseleyê agahdar kiriye.
Piştî êrişên nijadperestên Tirk ên li devera Favoriten a Viyanayê, li dijî 30 kesan doza lêpirsînê hatibû vekirin û ev her 30 kes jî weke tohmetbar in. Li dijî nijadperestên ku nîşanên gurên boz ên qedexe nîşan didin, doz nehatiye vekirin; li gorî rayedarên ewlekariyê ev karê dadgeha îdarî ye.
Rayedarên Elmanyayê jî berê dabûn zanîn ku dewleta Tirk tevneke bi 6 hezar sîxuran li welatê wan daniye. Heta sîxurên wê ku yên ku amadekariya qetilkirina siyasetvanên Kurd dikirin jî hatibûn girtin, lê doz li dijî van kesan nehatibû vekirin. VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.