- Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê, li ser fermana 3’yê Tebaxê, li Sinûnê şanoyek pêşkeş kir. Xelk jî bi hewes û meraq li şanoyê temaşe kir.
Li ser rêya sereke ya nehiya Sinûnê a Şengalê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve, şanoyek li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hate nîşandan. Di şanoyê de nebûna tifaqa di nava Êzîdiyan de hate rexnekirin. Bang li jin, ciwan, serokeşîr û oldaran hate kirin, ji bo rê li ber fermanan were girtin bibin yek. Şano rastî eleqeyek mezin ya xelkê Şengalê hat.
Piştî şano bi dawî bû, li ser fermana 3’ê Tebaxê sînevîzyon hate nîşandan..
Herî dawî li ser navê Ciwanên Êzîdî Heso Şengalî axivî û got; “Divê em wek ciwan û xelkê Êzîdî hertim şehîdên xwe bi bîrbînin û li ser şopa wan rêxisitina xwe xurt bikin. Em ne ew ciwanên berê ku hertim ferman bi ser mede bînin, em êdî xwedî îradene. Bila dijmin baş bizane, ewê ti carî negihin armanca xwe.”
ŞENGAL