Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ji bo salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan, li ser çerxerêya Mam Zekî ya li nehiyeya Sinûnê şanoyek lîst.
Li Şengalê çalakiyên ji bo salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser civaka Êzidî dewam in. Ji bo rastiya fermanê bê xuyakirin û neyê ji bîrkirin hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê di nava lîv û tevgerê dene.
Di çarçoveya van çalakiyan de ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ve li çerxerêya Mam Zekî ya li nehiyeya Sinûnê şanoyek hate pêşandan. Di şanoyê de rola pêşengtiya jinên Êzidî ya li hemberî planên li ser Şengalê û rastiya berxwedêriya Êzidiyan hate ragihandin.
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê Şoreş Şengalî di derbarê çalakiyê de re axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi rêya şanoyê mijarên ku heta niha xelkê baş famnekirine bidin famkrin da ku ew rojên reş her wiha ked û zehmetiya di wan roja de neyê ji bîrkirin.
Şoreş Şengalî got; “Pêşkêşkirina şanoyê xizmetek ji bo gelê meye. Pêwîste şanogerî di nava gelê me de pêş bikeve, ji ber ku gelek tişt hene mirov dikare bi rêya şanoyê baştir bide famkirin.”
ROJNEWS/ŞENGAL