- “Em ê jî bidin ser şopa berxwedêrên 14´ê Tîrmehê. Bila kes gumanê ji vê neke. Lê belê em jî ji miletê xwe hêviyê dikin ku ruhê berxwedana gel a li Cizîr û Kurdistanê nîşan bide.”
Niha li hepsên dewleta Tirk koma 46´an di greva birçîbûnê de ye. Halê hazir her 5 rojan carekê komek girtiyên siyasî grevê dewr digirin. Bi vî awayî mehê carekê her heval dikeve greva birçîbûnê. Hin girtî heta niha 10 û hin jê jî 15 caran ketine grevê. Pirsgirêkên hinan ji van girtiyan jî rê li ber nexweşiyên kujer vekiriye.
Muhammed Înal li Hepsa Tîpa F a Kandirayê ya Hejmar 1 ragirtî ye. Ew dibêje, hin girtî di nava 230 rojan de 15 caran ketine greva birçîbûnê û bang li her kesî kir da ku bêhtir li berxwedana li hepsan xwedî derkevin.
Greva birçîbûnê ya li hepsên dewleta Tirk a li dijî tecrîdkirina 22 salan a Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di roja 230´î de dewam dike. Muhamed Înal ji Hepsa Kandirayê bi rêya malbata xwe qala berxwedana zindanan kir.
Berxwedaneke girseyî
Înal got, berxwedan dewam dike, û ji ber ku daxwazên wan nayên qebûl kirin wê greva 5 rojan carekê bi dor tê kirin, biguhere: “Hîna Rêberê me di destê wan de ye. Bi her hawî êrişî me dikin. Beriya çendekê êrişî seyda û meleyên me kirin. Hebûn û nasnameya me ya neteweyî bi her hawî di tehlûkeyê de ye. Ji ber wê divê berxwedaneke girseyî hebe. Heta em bêhna xwe ya dawî bidin, berxwedan wê dewam bike. Lê belê heger miletê me bi tevahiya hêza xwe li kolanê, li bajar û gundan li ber xwe nede, ev dijminê hov wê êrişên xwe zêdetir bike.”
Me da ser şopa berxwedêrên 14´ê Tîrmehê
Wî got, berxwedana li zindanan wê dewam bike û wiha peyivî: “Em ê jî bidin ser şopa berxwedêrên 14´ê Tîrmehê. Bila kes gumanê ji vê neke. Lê belê em jî ji miletê xwe hêviyê dikin ku ruhê berxwedana gel a li Cizîr û Kurdistanê nîşan bide. Hêviya me ew e ku miletê me berxwedaneke weke ya Serhildanên salên 1990´î, berxwedana Newrozê, berxwedana xwerêveberiyê bike. Em yeqîn dikin miletê me wê bersiva vê yekê bide.”
Hin jê 15 caran ketine grevê
Niha koma 46´an greva di hepsê de dewr girt. Înal li ser vê jî agahî dan: “Niha li hepsên dewleta Tirk koma 46´an di greva birçîbûnê de ye. Halê hazir her 5 rojan carekê komek girtiyên siyasî grevê dewr digirin. Bi vî awayî mehê carekê her heval dikeve greva birçîbûnê. Hin girtî heta niha 10 û hin jê jî 15 caran ketine grevê. Bivênevê, pirsgirêkên hinan ji van girtiyan jî rê li ber nexweşiyên kujer vekiriye. Hevalên me tên sirgûnkirin, bi ser hucreyên wan de digirin. Zilm û êşkence heye. Heger daxwazên me bi cih neyên em ê berxwedanê bibin asteke jortir.”
Wî wekî din got, her kesê di zindanê de tecrîdkirî ye: “Mafê me yê têkilîdanîna bi malbatên me re, bi derve re tê binpêkirin. Niha em nikarin kesên tên serdanê bibînin.”
Înal got, di destwerdanan de hin hevalên wan tên birîndarkirin jçî û hevalên wan ên bi nexweşiyên giran ketine jî nabin nexweşxaneyan.
Bêhtir xwedî li berxwedanê derkevin
Muhammed Înal herî dawî got, “Ya muhim ne siheta me ya şexsî û fizîkî ye. Ya muhim azadiya miletê me ye. Ya muhim ji bo me ruhê azadiyê ye. Heger ruhê azadiyê bi nexweşiyê bikeve, siheta me baş jî be, wê tiştek nebe. Ji bo me ya muhim siheta ruhê berxwedanê ye. Bi vî awayî divê em lê binihêrin û xwedî lê derkevin.”
NAVENDA NÛÇEYAN