- Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê li dijî tehlûkeya 'birakujiyê' ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî kirin da ku li dijî tehlûkeya şerê navxweyî bi xurtî dengê xwe bikin.
Partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewrûpayê li dijî tehlûkeya 'birakujiyê' ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û bang li hemû sazî, rêxistin û dezgehên Kurdistanî kirin da ku li dijî tehlûkeya şerê navxweyî bi xurtî dengê xwe bikin.
Partî û saziyên Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevpar bal birin ser rewşa tehlûke ya li Başûrê Kurdistanê.
Wan got, 'Demeke dirêj e ku li ser sînorê Bakur-Başûr û nexasim li Başûr rûdanên neçê di rojevê de ne. Li gorî nûçeyên rojên dawî Heftenîn, Garê, Metîna û hwd jî zemîna şer çêdibe'' û bang li hemû hêzên Kurdistanî hate kirin ku bilez li dijî tehlûkeya şerekî navxweyî dengê xwe bi rengekî bilind derxînin.
Wan got, "Gazin ji dijmın nabe, ya hewceyî pê heye berxwedan e. Belê gazin û daxwaz ji tevger û rêberên Kurd û Kurdistanê ye. Jixwe, cihê mixabiniyê ye ku neyarên me bêyî alîkariya niştecihên Kurdistanê nikarin ev qas êrişê bînin ser gelê me û xaka pîroz."
Di dewamê de wan got, "Bêguman em rola hêzên sereke yên PKK, PDK, YNK, GORAN û hwd. zanin, helbet banga me ya bi dengê herî bilind ji wan re ye û divê ew bi vê rola xwe ya xêrê ya Kurdistanî rabin!"
Bang li mesûd Barzanî hat kirin
Partî saziyên Kurdistanî bang li bi taybetî li serokê PDK´ê Mesûd Barzanê kir: "Em û gelê me wê gotina wî ya gotibû ´heta ez hebim, ez nahêlim şerê birakujî çêbibe´ ji bîr nakin.
Va ye şer li ber derî û li ber çava ye, lê ev demek dirêj e bêdeng e, gelo çima? Niha dengê xwe dernexe û bi rola xwe ranebe, pêşî li şerê xwekujiyê negire, em ê kengî dengê wî bibihîzin û wî bibînin?
Em, çav li rêya xebera xêrê û helwêstên neteweperweriyê ne! Em hêvîdar in ku helwêsta Tifaqa Neteweyî derkeve pêş, lê belê ne li dijî hev, li dijî dewleta Tirkan milên xwe bidin hev!''
Di nava sazî û rêxistinên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê de YNK, Tevgêra Gorran, KCDK-E, TJK-E, Partiya Şûî Kurdistan, Partiya Zahmetkêşan, PADÊ, Tevgêrê Azadî, PYD, P.D.K.S, Partiya Çep a Kurd li Sûrî, Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya, PÇDKS, Partiya Demokrata Kurd li Sûriya (El Partî), Partiya Çep a Demokrat li Sûriya, Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrya, PÎK, KKP, Tevgera Kawa, PJAK,
Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan, KODAR, KJAR, Platforma Horam, Platforma Zagros, Platforma Yarsan, Yarî Kurd, Tevçand, Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V, FEDA, NAV – YEK, CÎK, MŞD Kurdistan human rights Association jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN