• HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir û got: Hevrêyên me weke milîtanên ku hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re mînak bigirin, cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 4 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûne, daxuyaniyek da û wiha got:’’24’ê Tebaxa 2023’an di êrişên dijmin ên li dijî herêma Xakurkê de, hevrêyên me Rizgar, Gernas û Hêjar şehîd bûn. Ev hevrêyên me ku ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bûn, ji bo azadiya gelê me di refên PKK’ê de gihîştin hev û bi zanebûneke netewî ya bilind têkoşiyan, bûne temsîla serketî ya yekîtiya gelê me. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet ê dijmin ku dixwaze gelê me parçe bike, hevrêyê me Rizgar ku Dimilkî diaxivî, hevrêyê me Gernas ku bi Kurmancî diaxivî, hevrêyê me Hêjar ku bi Soranî diaxivî, li ser bingeha rih û hizirandina hevpar, ji bo azadiya gelê me têkoşiyan. Ev hevrêyên me ku her kêliya xwe ji bo mezinkirina têkoşînê xerc kirin, ked dan û hilberandin, weke milîtanên ku hemû ciwanên Kurdistanê ji xwe re mînak bigrin, cihê xwe di dîroka me ya azadiyê de girtin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên şehîd, em sersaxiyê ji hemû gelê me yê Kurdistanê re dixwazin, soza xwe ya bîranîna wan di mezinkirina têkoşînê de bidin jiyan kirin, nû dikin. 

Hevrê Rizgar li Xarpêtê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Xeylanê de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi sekna xwe ya di jiyanê de ya bê dudilî, baweriya hevrêyên xwe bidest xist. Di her xebateke xwe de, bi însiyatîf û jêhatî bû. Taybetmendiya wî ya kedkariyê hertim li pêş bû. Bi kesayeta xwe ya dilnizm û dilsoziya xwe ya bi çanda Kurdî re, ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak.

Hevrêyê me Gernas li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê jidayîk bû. Piştî ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava pêk hat, di refên herî pêş ê di şoreşê de cihê xwe girt. Sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me di xeta şehîdên me yên fedayî de meşiya û bû xwedî tevlîbûneke xurt. Ji bo bibe milîtanekî layiqê Rêber APO bê westan ked da. Bi şêwazê gerîla yê şareza, tevlî gelek çalakiya bû û derbên giran li dijmin xist.  

Hevrê Hêjar li bajarê Tîkab ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi kesayeta xwe ya wêrek û fedayî, bû milîtanekî mînak. Bi kesayeta xwe ya sade, dilnizm û kedkar, ji aliyê hevrêyên xwe hate hez kirin. Bi berpirsiyariyeke mezin nêzî erkên xwe yên şoreşgerî bû. Ti carî daxwaz û kelecana xwe ya roja destpêkê jidest neda, bû xwedî meşeke di xeta serketinê. 

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên şehîd de wiha ne;

Rizgar Siwar (Yadîn Bulut), li Xarpêtê jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2023’an li Xakurkê şehîd bû.

Gernas Qendîl (Kawa Mamo), li Dirbêsiyê jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2023’an li Xakurkê şehîd bû.

Hêjar Bêkes (Sîrûs Rasteqîz), li Tîkabê jidayîk bûye, 24’ê Tebaxa 2023’an li Xakurkê şehîd bû. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê şehîd Sîncer Dehgulan de jî ev agahî dan:’’Hevrêyê me Sîncer Dehgulan di êrişa 23’ê Tebaxa 2023’an a dijmin ku li dijî herêma Xakurkê pêk anî, bi giranî birîndar bû. Tevî hemû destwerdanan jî, roja 30’ê Tebaxa 2023’an şehîd bû. 

Hevrêyê me Sîncer li bajarê Bîcar ê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya dilsoz û cewherî, ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Bi jiyana xwe ya şoreşgerî, bi tevlîbûna xwe ya bi biryar û bi îstîkrar û bi hevrêtiya xwe ya kûr, baweriya hemû hevrêyên xwe bidest xist. 

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ne:

Sîncer Dehgulan (Namet Rizayî), li Bîcar jidayîk bûye, 30’ê Tebaxa 2023’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN