Bi retrospektîfa herî fireh Johannes Vermeer

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Kanûn 2022 - 03:42

Muzeya li Amsterdamê ya bi navê “Rijksmuseum” dê di sala 2023’an de pêşangeheke mezin ji bo Johannes Vermeer hazir bike ku beriya niha pêşangeheke wiha mezin nehatiye hazirkirin. Dê ev pêşangeh bibe pêşangeha herî berfireh ya Johannes Vermeer. Her wiha meriv dikare ev pêşangeh weke retrospektîfeke Vermeer jî binirxîne. 

Rijksmuseum diyar kir ku dê navê pêşangehê “Johannes Vermeer” be û di pêşangehê de 28 berhemên Vermeer werin nîşandan. Beriya vê pêşangehê di sala 1996’an de li Laheyê pêşangehek Vermeer hatibû vekirin û li wê pêşangehê 23 berhemên wî hatibûn nîşandan. Lê pêşangeha ku ew ê di navbera 10 Çile û 4’ê Hezîranê de were lidarxistin dê bibe pêşangeha herî berfireh û mezin ji bo Vermeer.

Rêvebirê Rijksmuseum Taco Dibbits derbarê retrospektîfa Vermeer de got; “Vermeer bi xwe jî ewqas tablo bi hevre û di carekê de nedîtibûn. Ji lewma ev pêşangeh ciyawaz û girîng e.”

Hin berhemên Vermeer ên ku di pêşangehê de tên nîşandan ev in; Officer and Laughing Girl (1657 civarı), Girl Interrupted at Her Music (1658-59), Mistress and Maid (1666-67), Diana and Her Nymphs (1653-54), View of Delft (1660-61), A Lady Writing (1665), Girl with a Red Hat (1669), A Young Woman Standing at a Virginal (1670-72) û A Young Woman Seated at a Virginal (1670-72).

AMSTERDAM

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.