Bi rengê Bêrîtan jiyan kirin

În 8 Kanûn 2023 - 00:10

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û gerîlayên YJA Starê Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan bibîranî.

HPG’ê endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û 5 gerîlayên YJA Starê yên pê re şehîd bûn, bibîranî.

Daxuyaniya ku bi sernavê "Em şehîdên xwe yên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin" hate weşandin, bi vî rengî ye:"29’ê Çileya 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de Endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û hevrêyên me yên pê re Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan şehîd bûn. Hevrêya me Ronahî di 26 salên di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelek serketin bi dest xistin û weke xwediyê jiyaneke bi wate bi layiqî nûneriya nasnameya jina azad a ji aliyê Rêber Apo ve derket holê, kir. Bû fermandarek YJA Starê ku ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hemû hevrêyên wê li pey şopa wê dimeşiyan. Hevrêyên me Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan jî weke hevrêyên hevrêya me Ronahî bi têkoşîna xwe ya bê hempa, bawerî û biryardariya xwe ya li ser xeta jina azad her tim bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê.  Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me şehîd em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin heta ku xeyala ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ a hevrêyên xwe pêk tînin, em ê doza xwe ya azadiyê bi rengekî bê hempa bidomînin.

Bi sekna jina azad wê werin bibîranîn

Hevrêya me Ronahî li Agiriyê jidayîk bû. Sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me rastiya jinê ya ku timî di civakê de nebes tê dîtin û di statuya koletiyê de tê hiştin, ji kesayeta xwe derxist û li dijî dewletê çek hilda û şer kir.  Hevrêya me Ronahî di şer de yek ji mînakên herî girîng a îradeya jinê bû û yek ji fermandarên pêşeng a gerîlatiya demê nû bû. Bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê û nirxên ku di têkoşîna me ya azadiyê de afirandî, wê timî ji aliyê gel û Tevgera me ve were bîranîn. 

Hevrêya me Pervîn li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Sala 2012’an tevlî nava refên PKK’ê bû.  Hevrêya me ji destpêka tevlîbûna têkoşînê xwedî li hemû wezîfe û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya şêwaz û tempoya Apoyî de derket û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker têkoşîneke bêhempa nîşan da û bê teredut ber bi şehadetê ve meşiya.

Hevrêya me Derya li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat dinê.  Hevrêya me ku bi tevlîbûna xwe hewl da xwe bigihîne astekê ku bikaribe ji rastiya Rêber Apo û şehîdan re bibe bersiv, dixwest ku bi paradîgmaya ekolojîk û azadîparêziya jinê her tim xwe û hevrêyên xwe perwerde bike û bibe bersiv. Ji bo ku li dijî feraseta jinê ya kole derbas bike, bû xwedî têkoşînek bêhempa.

Hevrêya me Dîlan li navçeya Silopiya ya Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêya me Dîlan ji dema beşdarî nava refên gerîla bû û heta şehadeta xwe ti carî ji armanc û hedefên xwe ya “Rêbertiya azad, Kurdistana azad” derneket. Hevrêya me ku weke mîlîtanek YJA Starê xwe di bîrdoziya Apoyî de kûr kir û bû xwedî meşek bi biryar.

Hevrêya me Rewşen li navçeya Cizîra Şirnexê di nava malbatek welatparêz de hat dinê û li Edenê mezin bû. Hevrêya me ku bi tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê re guhertin û veguherîneke mezin di kesayeta xwe de ava kir, bi baweriyeke mezin a li hemberî mekanîzmaya rexne û rexnedayînê xeta têkoşîna rêxistinî esas girt û şerê zayendî û çînî bi awayekî xurt meşand û di jiyana xwe de bû xwedî sekneke milîtanî.

Hevrêya me Destan li navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Hevrêya me ya weke mîlîtaneke jêhatî ya YJA Starê bi gavên ji xwe bawer meşiya, zû hînê jiyana gerîlatiyê bû û bû xwedî tevlîbûnek çalak. Bû mîlîtaneke YJA Starê ya layiqî rêgez û pîvanên mîlîtaniya Apoyî."

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me şehîd, bi vî rengî ne:

Ronahî Tendurek (Şukran Çîftçî), li Agiriyê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Pervîn Viyan (Roya Tendurist), li Urmiyê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Derya Denîz (Jiyan Çelîk), li Colemêrgê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Dîlan Cûdî (Canan Tatli), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Rewşen Ekîn Zagros (Sila Akyuz), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

Destan Denîz (Kader Akkaya), li Wanê jidayîk bûye, 29’ê Çileya 2018’an li Xakurkê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.