Bi rengan li dijî newekheviyê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 22:00

  • Hunermendên Kurd, ji bo îfadekirina maneya kurdbûn, jinpûn û mirovbûnê huner bi kar anîne. Şîlan Fuad Huseyn berhemên çend jinên hunermend ên Kurd ê neqandî analîz dike û her wiha lê dikole ha berhemên wan çawa bi kêra civake nû û çêtir tên.

Akademîsyen Şîlan Fuad Huseyn di profîlekê de ku Washington Institute for Near East Policy 4´ê tebaxê weşand, dibêje, hunermendên Kurd li meydana navneteweyî cihê xwe bi afirandina berhemên hunerî yên xurt û serhildêr bi dest xist, berhemên welê ku ruhê miletekî dagirkirî diparêzin.  

Sernavê nivîsa wê “Armed with Paintbrushes: Kurdish Women Artists Fighting for Equality” (Bi firçeyên rengan xwe bi gurçûpêç kirine: Hunermendin jin ên Kurd ji bo wekheviyê têdikoşin) e. Huseyn dibêje, jinên Kurd huner weke “navgîneke xurt” bi kar tînin, “da ku nîşan bidin ka maneya wê çi ye mirov kurdek be, jinek be û insanek be.” Ew her wiha dibêje, huner veguherî navgînekê ji bo jinên Kurdistanê da ku serpêhatiyên xwe bibêjin û “ruhê kolektîf ê miletekî dagirkirî biparêzin.” Şîlan Guad Huseyn dibêje, “Afirandina çandî dibe awayekî berxwedanê”.

Ew her wiha dibêje, “Di encamê de, hunerê ne siyasî bi xwe jî kirineke serhildêr a erêkirina xwe ye”. Ew îşaret pê dike ku berhemên hunermendên jin ên Kurd qebqebûyê dikin li lihevkirinên muhafezekar, wekheviya cinsî didin pêş, û ji bo mafê mirovan têdikoşin, nexasim jî baviksalariyê û dewletên netewe yên Kurdistan dagir kirine, ji xwe re dikin armanc.

Ew îşaret pê dike ku nimûneyên hunera modern a Kurd di berga sala 2017 a Imago Mundi ya bi navê “In-Between Worlds: Kurdish Contemporary Artists” (Di neqeba dinyayan de: Hunermendên modern ên Kurd) de dikarin bên peydakirin; di vê bergê de 115 hunermendên hevçax ên Kurd cih digirin. Şîlan Fuad Huseyn ji wan, berê xwe dide berhemên Zehra Dogan, Tara Abdullah, Raz Xaidan û Medya Armanî.

Zehra Dogan

Zehra Dogan qederê 3 salan di hepsê de ma ji ber tohmetên “terorîzmê” ji ber ku wê wêneyek xêz kir yê ku tê de wêrankeriya artêşa Tirk a taxeke Nisêbînê hebû. Bi berhemên hunerî yên ku wê di hepsê de çêkirin, navneteweyî jî bal çûn serê. Piştî ku hat berdan, hunermenda 31 salî ji Tirkiyeyê reviya û pêşangehek ji bo berhemên xwe ava kir. Zehra Dogan dibêje, berhemên wê yên hunerî berê xwe didin bibîranîn, parastina çandê û femînîzma Kurdî dide pêş.

Zehra Dogan dibêje, “Bi tepisandina arşîva dîrokî ya hunermendên me yên jin, ew hewl didin me bîroke bikin, bikin ku em ji bîr bibin û em tine bibin. Miletekî ku bîra wî jê hatiye stendin, miletekî çong danî erdê ye… Di pirraniya berhemên min de belgekirin muhim e. Bi rengandin û xêzkirina li ser belgeyan yan jî ji ber belgeyan, ez hewl didim wan mayînde bikim.”

Tara Abdullah

Berhemên Tara Abdullahê, par di pêşangeha “Basement (Jêrzemîn)” de li Silêmaniyê hatin nîşandan. Wê projeya dîtbarî “Mêyîne” da destpêkirin; ev proje berê xwe dide wan jinên şidet li wan dibe.  Ji bo projeyê Tara Abdullah parçeyên ji cilûbergên 99 hezar û 678 jinên mexdûrê şidetê bi hev ve kirin û di encamê de berhemeke hunerî ya 4 hezar û 800 metreyî çêkir. Ev berhem ji Parka Nalî ya Silêmaniyê heta bi avahiuya dadgehê ya bajêr diçû. 

Raz Xaidan

Raz Xaidan li Swêdê ji dayik bûye, li Ingilistanê mezin bûye û sala 2014’an vegeriya Başûrê Kurdistanê. Ew hunermendeke medyayê û wênegirek e. Di berhemên xwe de ew qebqebûyê dike li hêvî û bendewariyên civakî, bi wê yekê ku ew bi qest jinê bêrû dihêle. Ew bi vê zilma li jinan dibe û ebedîbûna têkoşîna wan a ji nifşan û vir ve heta roja îro hatiye, nîşan dide.

Xaidan dibêje, “Maneya têkoşîna li dijî zilmê dikare ji rahiştina sîlehekê, çûna şer û wêde be. Ez têdikoşim li dijî di civka Kurd de nebûna karê afirîner ên ku jin pêşengiya wî bikin. Şoreşeke jinan nabe ku rêveberiya mêrên bi bedl û taqim bibe.”

Medya Armanî

Medya Armanî wênesazeke ji Serê Kaniyê ya Rojava ye, piştî ku dewleta Tirk sala 2019’an bajar dagir kir, neçar ma bibe penaber û koçberî Qamişloyê bû.  Ew dibêje, Şoreşa Rojava ji bo hunermendên jin rê xweş kiriye:

“Veguherîneke mezin di nava civakê de çêbû beramberî jinê. Behreyên jinan ên veşartî derketin holê”

MEDYA NEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.