Bi qumarê lîst û xisirî

Sêşem 23 Sibat 2021 - 01:38

  • Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan diyar kir ku desthilata AKP-MHP-Ergenekonê xwestiye şoveke serketinê çêke û piştî wê jî hilbijartineke pêşwext pêk bîne û ji bo vê jî xwe li dagirkirina Garê rakişandiye.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan doh êvarî beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV bû û der barê têkçûn û xisirîna dewleta Tirk a li Garê de bersiv da pirsên rojnamevan Enes Yildiz.

Karayilan diyar kir ku şer û berxwedana li Garê di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji niha ve cihekî girîng girtiye û got: “Şehîdan bi ked, wêrekî û fedekariya xwe ev destan nivîsandin.” Karayilan herweha anî ziman ku êrişa bi armanca dagirkeriyê ya li ser Garê ne êrişeke ji rêzê ye û got: “Di asta herî jor de plan kirin. Serokkomar, wezîr û fermandarên giştî bi xwe li ser sekinîne. Bi mehan amadekarî kirine.”

Ji bo rejîmê bidomînin

Karayilan bi bîr dixe ku bi taybetî di van 6 mehên dawî de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şerekî dijwar didin û tevî dagirkeriya dewleta Tirk gelek îmkan xistine dewreyê jî bi ser neketiye û negihiştiye armanca xwe. Karayilan got: “Ji ber vê jî di sîstemê de krîz heye. Rejîma tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê di warî aborî, siyasî, civakî û eskerî de pêsîrtengî û tengav bûye. Siberoja wan di tehlûkeyê de ye. Di van şert û mercên zivistanê de xwestin derbekê li me bidin û bi vî awayî hebûna xwe dewam bikin. 

Wê biçûna hilbijartina pêşwext

Eger di êrişên xwe de bi ser ketibûna wê hilbijartina pêşwext pêk bianiyana. Bi vê armancê tevgeriyan. Di nava sal û nîvê de li Bakurê Kurdistanê ji Serhedê heta bi Mêrdîn û Dersimê li dijî hêzên me deh operasyon pêk anîn. Ev hemû bê encam man. Me li ti deverê derb nexwar. Tenê li Mêrdînê sê şehadîn me çêbûn. Êrişa Garê weke asta herî jor a van êrişan plan kiribûn. Dixwestin Garê dagir bikin. Li cihê wê yê herî stratejîk bi cih bibin û bi vî awayî hem li dijî me û li dijî hêzên dewrûberê bibin xwedî pozîsyoneke bi hêz û serdest.

Bi êsîran wê şov bikirana

Li heman herêmê êsîr hebûn. Di vî warî de agahiya wan hebû. Me jî dizanîbû haya wan ji vê heye. Dixwestin sax an jî mirî bixin destê xwe û şov bikin. Pêdiviya wan bi vê hebû ji bo desthilatiya xwe bidomînin. Di asta herî jor de hatibû plankirin û amadekirin. Tevî ku dizanîbûn ne beraqil e, û bi tehlûkeye jî li ber çav girtin. Erdogan bi qumarê lîst û xisirî. Ji bo dagirkirinê hat û nekarî dagir bike. Êsîran jî li şûna rizgar bike kuşt; gelekî zêde xisirî. Jixwe Erdogan jî neçar ma bibêje, ‘Mixabin em bi ser neketin.ʼ Qehremanên me ev pê dane gotin. Bi pêşengiya hevalên me Şoreş, Rojhat û Seyfiyan berxwedaneke mezin pêk hat. Ji ber ku wan jî ev fêhm kir, gaz bi kar anîn û bi vî awayî karîbûn xwe ji dorgirtinê rizgar bikin û roja çaran bikevin kampê. Eger Havîn bûya yan jî dinya ewrabî bûya yek ji wan sax nedifilitî. Bi vî awayî jî me encama gerîlatiya profesyonel dît. Ev tecrûbeya li Heftenînê li Garê piştrast bû.”

Karayilan li ser bikaranîna gazên kîmyewî û kuştina êsîran bang li qada navneteweyî kir û xwest komîsyoneke serbixwe rewşê lêbikole.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.