Bi qedrê ilm û piştgiriyê zanîn 

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 17 Kanûn 2023 - 16:02

Tora Akademisyenên Kurd KURD-AKAD´ê dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Kolnê, xelatên rûmetê yên sala 2021´ê yên ku ji ber pandemiyê merasima wan hatibû bipaşvexistin, dan xelatgiran.

Ji ber ked û xebata wê ya bi salan a piştgiriya tevgera azadiya Kurd û xasma xebatên wê yên li ser psîkolojiya perwerdeyê û rola perwerdeyê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, KURD-AKAD´ê xelat da Prof. Dr. Kariane Westrheimê. Ji ber xebatên zanistî û her wiha angajmana civaka sivîl xasma ji ber perwerdekirina psîkolog û pedagogên trawmayê li Dihokê jî Prof. Dr. Îlhan Kizilhan hêjayî xelatê hat dîtin. 

 

Xelata piştgiriyê ya yekem

KURD-AKAD´ê xelateke nû jî da û ew jî xelata piştgiriyê bû. Endama rêveberiya KURD-AKAD´ê, Dersim Dagdeviren, xisleta pisporiya di biwara nexweşiyên ciger de ya parlamenterê berê yê HDP´ê Îdrîs Baluken kir, bi bîr xist ku gelek pêdivî di dema pandemiyê de bi pisporiya Îdrîs Baluken hebû, lê mixabin ew hingê rehîn hatibû girtin û di hepsa dewleta Tirk de bûye. Ji ber angajmana wî ya siyasî û berxwedana wî, KURD-AKAD´ê ew hêjayî xelata piştgiriyê dît.

Jixwe, pêşî xelata wî hat dayîn. Ji ber ku Îdrîs Baluken nekarî di merasimê de amade be, li ser navê wî parlamenterê berê yê HDP´ê Lezgîn Botan, xelata wî wergirt û peyama wî da. Wî îşaret bi zilma li dijî hewldanên azadiyê û tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, berxwedana li dijî vê wê dewam bike û malavahiya KURD-AKAD´ê kir ji ber ku bi vê xelatê qedr daye piştgiriyê.  

 

Rê li ber hevdîtinên Oslo û pêvajoya Îmraliyê vekir

Axaftina pesnî ji bo Prof. Dr. Kariane Westrheimê, endama rêveberiya KURD-AKAD´ê bijîşka pispora nexweşiyên zarokan, Dersim Dagdevirenê kir. Dersim Dagdevirenê behsa serpêhatiya karên rêxweşkirina li ber dîplomasiya Kurdan ên Prof. Dr. Westrheimê kir û got, nexasim jî di muzakereyên di navbera aliyên Kurd û Tirk de bi wê rolê rabû ku pêvajoya Osloyê mumkin kirin û hevdîtinên li Îmraliyê jî amade kirin.

Prof. Dr. Kariane Westrheimê jî malavahiya KURD-AKAD´ê kir û got, ew ji tevgera azadiya Kurd hînî gelek tiştan bûye û ew ê karê xwe weke akademîsyeneke teqewîtbûyî dewam bike.

Ji bo Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî parlamentera eyaleta NRW´ê ya Elmanyayê û cihgira serokê heman parlamenê Berivan Aymaz, axaftina pesnî kir. Wê behsa rêgeha kariyerê akademîk ê Îlhan Kizilhan kir û ji ber lêkolînên li ser trawmatolojiyê de ew pîroz kir û behsa rola wî di dermankirina gelek saxfilitiyên fermana Tebaxa 2014´an a li dijî Êzîdiyên Şengalê kir.

Di axaftina xwe de Prof. Dr. Îlhan Kizilhan jî bêhtir behsa rola akademîsyenên Kurd ên li Ewrûpayê kir, nexasim jî pêvajoyên çêkirina nasnameya neteweyî de. 
Piştî merasima xelatdayînê, hunermend Mehmet Akbaş û koma wî derketin ser dike.

KOLN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.