Bi pêşmergeyan şerê PKK’ê dikin

În 9 Sibat 2024 - 00:35

Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawerî derbarê hewlên dewleta Tirk ên ji bo derxistina şerê birakujiya Kurdan de ji Dengê Emerîkayê re axivî. Cebar Yawerî ragihand ku Tirkiye dixwaze Iraq û Herêm hevkarî û beşdariya ew êrişên ku vê biharê li nava xaka Herêmê li dijî gerîlayên PKK’ê pêk bîne, bikin.

Her wiha Yawerî da zanîn ku Tirkiye naxwaze di vî şerî de leşkerên xwe bike qurban, dixwaze bi pêşmergeyan şerê xwe bike û şerê birakujiyê derbixîne.

Cebar Yawerî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk amadekarî dike ku di biharê de êrişeke berfireh li navxweyiya Tirkiye, Herêmê, Qendîlê û Şengalê li dijî PKK’ê lidar bixe û ji bo wê jî dixwaze Iraq û Herêm hevkarî bikin û beşdarî êrişan bibin:“Hemû hevdîtinên wan ên bi partiyan re ji bo razîkirina wan a di beşdarbûna şerê li dijî PKK’ê de ye. Ew dixwazin leşkerên xwe biparêzin û hewl didin pêşmergeyan bikarbînin. Ji ber ku tenê bi rêya hewayî û bejayî nekarîn gerîlayan ji holê rakin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.