Bi pêşengiya şehîdan biserdikevin

Duşem 7 Nîsan 2025 - 02:45

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kir û got:“Em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:“Milîtanên Apoyî yên hêja û şervanên YJA Starê hevrêyên me Doga û Eylul di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên demên cuda li ser herêma Garê pêk anîn de şehîd bûn. Weke hevrêyên wan em ê bi pêşengiya hevrê Doga û Eylul têkoşîna xwe bi ser bixînin û em soza xwe dubare dikin ku bibin layiqê bîranînên wan.

Hevrêya me Doga bi cesareta xwe ya bilind û têkoşîna xwe ya fedayî, di demek kurt de bû milîtanek pispor. Hevrêya me piştî ku di çalakiyekê de bi giranî birîndar bû, agirê azadiyê yê di dilê xwe de hîn geştir kir û piştre çiyayên Kurdistanê dît, pê re bû yek û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Hevrêya me bi cidiyet, afirênerî û disiplîna xwe ya di nava xebatan de rêz û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrê Doga her tim bidin jiyîn.

Hevrêya me Eylul milîtanek bû ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir çavkaniya jiyanê. Hemû jiyana xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kir û weke milîtanek jin li her qadê û di her xebatê de bû sembola tevlîbûna bi fedekarî, dirûstî û bêhesab. Biqasî cesareta di şer de, bi dilnizmiya xwe ya di jiyana partiyê de û bû şervaneke YJA Starê ya ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Hevrêya me têkoşîna xwe ya 12 salan a bi serketinan dagirtî, bi şehadetê tacîdar kir. Em ê bibin layiqê têkoşîna wê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li ber bîranînên wan, bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin. Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Doga Şîn (Binevş Altay), li Rihayê jidayîk bûye, 11’ê Çileya 2025’an li Garê şehîd bû.

Eylûl Denîz Zagros (Evîn Îşbîlîr), li Colemêrgê jidayîk bûye, 1’ê Sibata 2025’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.