SÎMA BIROKÊ / ANHA / QAMIŞLO

Li ser rêya bakurê Qamişlo ango ji wan malên di navbera bajarê Qamişlo û Nisêbîna Bakurê Kurdistanê de, yek ji xaniyên ku bi xemla xwe bala mirov dikişîne mala Ridwan Hisên e.

Ridwan Hisên ji 2019`an ve pêşiya mala xwe ji newalê veguherand zeviyê çandiniyê û ji wê demê ve cureyên sebzeyan li gorî werzê wê datîne. Bi 250 metre şînkayî daniye û li derdorê wê bi darikê zilê (Qamîş) girtiye.

Niha jî li bexçeyê xwe beqdenûs, tivir, kelem, pelê silka, sebanix, fûl, pîvaz û cercîr çandiye, pê debara malbata xwe dike û tişta ji berheman mayî li cîranan belav dike.

Li kêlek sebzeyan li gorî demê gulan jî diçîne, ew gul jî bûne meqseda perperîk û mêşhingivan. Niha gulên bi navê xerîbê, qedîfê (El Qetîf), zembeq û rîhan hene.

Ridwan Hisên da zanîn ku ji ber qerbalixa çûn û hatina wesayîtan û kombûna çopê li derdora mala wî ew bêhtir dixwaze pêşiya xaniyê xwe bi şînkayî bike û got:“Dema mirov ji bexçeyê xwe sebzeyan derxîne ji kirrîna ji sûkan hêsantir e û di warê aborî de jî xerckirinê kêm dike.”