- Xemgîn Şengalî: Piştî fermanê me fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin û di nava heft salan de em tev şahidên guhertinên civaka xwe ne. Ji bo em karibin kêmasiyên xwe çareser bikin, divê em ciwan xwe ji bandora şerê taybet rizgar bikin, bêhtir fikrên Rêber Apo fêhm bikin.
Bi boneya 4'ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ciwanên Şengalê semîner li dar xist. Ciwanan got, "Rojbûna Serokatiyê rojbûna rojê ye, ciwantrîn jî xwegihandina vê rojê ye."
Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan semînerek li dar xist. Semîner bi dirûşma "Rojbûna Serokatiyê rojbûna rojê ye, ciwantî jî xwegihandina vê rojê ye" pêk hat.
Serokatî û ciwantî
Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Suham Şengalî bi sernavê "Serokatî û Ciwantî" li semînerê axivî. Suham Şengalî got, bi naskirina fikrên Abdullah Ocalan wan xwe nas kiriye û destnîşan kir ku ji bo ew xwe biafirînin jî pêwîstiya wan bi komxebatên bi vî rengî heye.
Suham Şengalî anî ziman ku Abdullah Ocalan li nava gel û civakan bi taybetî jî li nava civaka wan, guhertinên mezin çêkirine, gel fêrî berxwedan û têkoşînê kiriye û bi dewamî qala rewşa ciwanan a li Şengalê kir.
Suham Şengalî bi bîr xist ku li Şengalê bi hezaran ciwan hene, dixwînin, diçin zanîngehan, lê ji bo azadiya civaka xwe bi xemsarî tevdigerin û got, "Ev yek xetereke mezin e li ser ciwanên me. Li her derê ciwan pêşengiyê ji civakê re dikin. Li her derê ciwan bi berpirsyariya civakê radibin, ji ber ku ciwan hêza dînamîk a civakê ne. Lewma dijmin herî zêde ji bo civakê bixe, êrişî ciwanan dike.
Divê weke ciwanên Şengalê em jî li hemberî van lîstikan baldar bin û ji her demê bêhtir kar bikin, fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigihînin tevahiya ciwanan."
Ji bo azadiyê bi fikrên Ocalan rabin
Di beşa duyemîn a semînerê de Xemgîn Şengalî li ser bandora fikrên Abdullah Ocalan li ser civak û ciwanên Êzîdî axivî.
Xemgîn Şengalî got, "Piştî fermanê me fikrên Rêber Abdullah Ocalan nas kirin û di nava heft salan de em tev şahidên guhertinên civaka xwe ne. Em hemû dizanin ku ev yek berhema fikrên serokatiyê ye. Ji bo em karibin kêmasiyên xwe çareser bikin, divê em ciwan xwe ji bandora pergala kapîtalîst û şerê taybet rizgar bikin. Divê ciwan hîn bêhtir fikrên Rêber Apo fêhm bikin."
Xemgîn Şengalî bal bire ser erka ciwanan a ji bo parastin û bipêşvebirina civakê û wiha dewam kir, "Heger em tevahiya ciwanên Êzîdî bi erka xwe rabin, em ê yekîtî û xebatên xwe berfirehtir bikin."
Ciwanên ku beşdarî semînerê bûn jî nêrînên xwe li ser 4'ê Nîsanê parve kirin.
Herî dawî sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate nîşandan. Semîner bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
ANF/ŞENGAL