Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat ê ku li Licê şehîd bûbû, piştî 57 rojan hîna nû pêr radestî malbatê kirin. 

Gerîlayê HPG'ê Abdullah Bûlat (Armanc Cûdî) 18'ê Gulanê li navçeya Licê ya ser bi Amedê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Bûlat li bajarokê Bekîrhan ê navçeya Hezo ya Êlihê hate veşartin.

Cenazeyê Bûlat 57 rojan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hate hiştin û doh bi şev radestî malbata wî hate kirin.

Cenaze bi merasîmekê, bi tevlîbûna ferd û xizmên malbatê û xelkê deverê, pêr bi şev hate veşartin. Dewleta Tirk gelek caran bi qest bi hincetên pûç yan jî bi zêde dirêjkirina eşkerekirina testên DNA´yê, bi nedana cenazeyan malbatên şervanên azadiyê mexdûr dike û êşkenceyê li wan dike.  

MA/AMED