• Bharti Kher di hunerê xwe de ya hevçax û ya mîtolojîk di nav hev de dihûne û cih dide sembol û rengên herduyan. Ew bi vî rengî melezbûneke cins û qewm derdixe holê ku têgehên elaqedarî herduyan ên civakî dixe ber lêpirsînê.

Bharti Kher hunermendeke hunerê çevçax a Hindistanî ye ku li Ingilistanê hatiye dinê. Ew sala 1969´an li Londonê hatibe dinê jî, li welatê xwe vegeriyaye û li paytexta Hindistanê, Delhiya Nû hem hunerê xwe dike û hem jî lê dimîne. 

Ew di hunerê xwe de gelek teknîkan bi hev re bi kar tîne. Ji bilî rengandin, xêzkirin û peyketraşiyê, ew înstalasyonan weke teknîkeke sereke ya nîşandana berhemên xwe tercîh dike. 

Ew gava hunerê xwe dike, efsaneyên Hindî, nexasim fîgurên ji mîtolojiya Hindî di nava berheman yan jî nîşandanan wan de bi cih dike.

Mirov gava li fîgurên fîlan ên bi reng, materyal û înstalasyonên cihê dinihêre jî tesîra Hindistanê û çanda Hindê tê dîtin. 

Şêlûkirin û melezkirina civakê

Hê gava wê li zanîngehê hunerên bedew dixwend, di salên 80´yî de hin sembolên wê bi kar dianîn, di seranserê jiyana wê ya hunerî de her ji nû ve xwe dan der.
Em peykerên jinan ên bi xisletên efsanewî yan jî mîtolojîk, di nava hev de hebûna qaqilkên xwedewendan, formên mucered ên ji xalikên piçûk çêkirî, li ser neynikan yan jî li ser zemînên yek reng bi pûlikên rengorengo li cem wê her dîsa dibînin. 

Gava ew peykerên rengekils li cem hev rêz dike jin û mêr ku çarmêrkî rûniştine, em tam nizanin ka gelo wê civateke li gundan bi gewde kiriye, yan civateke xwedawendên Hindê. Lê êş û azar, nakokiyên newekheviya civakî, ên jin û mêr, feqîrî û zengîniyê, elemên insan dibin sedema wan di nava heywanan û xwezayê de ji bo kesa/ê li van berheman temaşe bike, ileh weke his xwe dide der. Ew nexasim têgehên weke cins û qewm şêlû dike, yan jî di qaqilkên di nav hev de melez dike, û bi vê yekê jî vê sergêjkeriya li ser têgehên civakî çêdike.

Du sembolên Hindistanê

Fîleke ji fîbergalssê yek ji berhemên wê yên herî navdar ku wê sala 2006´an çêkir û navê “Skin speaks a language not its own (Çerm bi zimanekî dipeyive, ne yê wî ye)”. Di vî peykerî de du sembolên sereke yên çanda Hind û Hindistanê hene: Fîl (Sembola dînê Hindû) û Bîndî (deqên sor ên li ser eniya jinên Hindistanî). 

Ji sala 1993´yan ve wê gelek pêşangehên solo çêkirine. Hin ji van li  All India Fine Arts and Crafts Society (AIFACS), li Muzeya Hunerê Hevçav a Îrlandayê, li Muzeya  Isabella Stewart Gardner, li Galeriya Jack Shainman Gallery, li Muzeya Frieder Burda, Li Muzeya Huner a Rockbundê,  Li Muzeya Freud a Londonê, Li Galeriya Netweyî ya Kanadayê û li Galeriya Huner a Vancouverê bûn. 

Yek jê nîşana şovalyetiyê ya Huner û Edeb a Fransayê, wê gelek xelatên serketîbûna hunerî wergirtine.

DELHIYA NÛ