Bi rasthatina salvegera wê ya 22´yan, ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji bajarê Neu-Munsterê ya Elmanyayê heta bajarê Kielê meşeke dirêj dest pê kir. Roja pêşî a meşê di nav berfê de bi dawî bû. Meşa dirêj di roja pêşî de pêr ji Neu-Munsterê heta Bordesholmê dewam kir. Înîsîyatîfa Rojava ya Kielê, TEV-ÇAND Kiel, Jiyana Jin, Kiel SKB, MLKP, Partiya Komunîst a Kurdistanê jî di nav de gelek sazî û kes tevlî meşê bûne. Di roja diduyan de meşê doh dewam kir.
KIEL