Bi maske li huner dan
Çarşem 18 Tebax 2021 - 23:55
Berhema şêwekarê Kurd ê li Elmanyayê Alî Zulfîkar a bi navl “Greta” hat texrîbkirin.
Berhem ji 26´ê Hezîranê ve li bajarê Karlsruhe bi navê “Di billboardê de huner” dihat nîşandan. Êrişa li dijî berhema ji bo “Greta Thunberg” aktîvîsta ji bo bahewayê, 13´ê Tebaxê çêbûye, lê hunermend du rojan paşê hatiye agahdarkirin. Li ser tabloyê bi boyaxa spî “Heil maske” (Maskeyê ji bo sihetê) hatiye nivîsîn û paşê li ser tîpa H´yê jî hatiye nivîsîn û mirov dikare nivîsê weke “Geil Maske” (Maskeyê sewsîbûnê) jî bixwîne. Ji ber êrişê pêşangeh hat bidawîkirin.
Di pêşangeha Meqamê Çandê yê Karlsruheyê de wekî din berhemên Guido Kucznierz, Lena Imbery û Olga Sora-Lux jî hebûn. Ji ber êrişê, pêşangeha ku diviya heta 15´ê Tebaxê vekirî bimîne, hat bidawîkirin.
Şêwekar Alî Zulfîkar ji me re got, berhema wî “Greta” wê 24 ta 26´ê Îlonê li Koln li Quartier am Hafenê tevî xisara lê bûye bê nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN