Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga yê ku saleke xwarina wî mama ye û daketiye 35 kîloyan rewşa wî her ku diçe giran dibe. Malbat û parezera Tamboga bang kirin û gotin: "Divê cezayê wî bê taloqkirin û bihêlin ku were tedawîkirin."
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 605 jê giran hezar û 564 girtî di bin şert û mercên herî giran de ne.
Yek ji girtiyên nexweş ê ku rewşa wî giran jî Îsmaîl Tamboga (22) ê ku li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê girtî ye. Tamboga di 16 saliya xwe de tê girtin. Di serdema qedexeya derketina derve ya li Silopiya de hatibû girtin û dadgehê bi îdiaya "têkbirina yekîtiya dewletê û perçekirina welat" û "kuştina bi zanebûn" 4 caran cezayê heta hetayê yê girankirî li Tamboga birî. Tamboga yê niha ji ber nexweşîna xwe daketiye 35 kîloyan, bi xwarina mamayê li ser pêyan disekine.
Dayîka Tamboga, Kumrî Tamboga diyar kir ku rewşa kurê wê her ku diçe giran dibe û got: "Rewşa wî giran e. Ji xwarinê qut bûye û êdî nikare xwarinê bixwe."
Parezera Tamboga Mehtap Sert jî diyar kir ku Tamboga nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne û xwest demildest were berdan.
MA/ŞIRNEX