- HPG'ê da zanîn ku gerîlayên wê Canşêr, Deniz û Egîd li Omeryan şehîd bûne. HPG´ê ji bo şehîdan got, wan hêrsa xwe ya li dijî dijmin kiriye çalakî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, daxuyaniyek da. HPG´ê got, "Tevî ku hêzên me yên gerîla di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo îmhakirina gerîla, dewam dikin. Ev êrişên ku desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê têne kirin, li Bakurê Kurdistanê jî bênavber dewam dikin. 11'ê Adarê li bejahiya gundê Cinata Biçûk ê li Omeryan ser bi Mêrdînê, li hemberî hêzên me êrişeke îmhayê hate destpêkirin. Di vê êrişê de, di navbera tîmeke me ya gerîla û dagirkeran de şer qewimî. Hevrêyên me Canşêr, Denîz û Egîd li vê derê ji bo xwe biparêzin, bersiv da dagirkeran. 11 û 12'ê Adarê di şer de hevrêyên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevrêyê me Canşêr ê şehîd bû, weke endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê bi salan li herêma Mêrdînê kedeke mezin da. Her wiha hevrêyên me Denîz û Egîd jî li herêma Mêrdînê bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşiyan, hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin kirin çalakî û bûn milîtanên mînak ên Apoyî.
Weke hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna van hevrêyên me yên leheng, bi serketinê tacîdar bikin. Bila serê malbatên hêja yên şehîdan û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.
Hevrêyê me Canşêr ji eşîra Celalî ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 2006'an de tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2007'an beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo di sala 2010'an de ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî destpê kir, ji bo li Bakurê Kurdistanê pêngavên şoreşgerî bide destpêkirin û gelê me bigihîne azadiya ku mafê xwe ye, derbasî qada Mêrdînê bû. Heta sala 2015'an li qada Mêrdînê ma. Di sala 2017'an de hevrêyê me Canşêr careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya, pratîka 6 salan a li Bakurê Kurdistanê nirxand û ji bo dersên pêwîst jê wergire beşdarî nava perwerdeya akademiya leşkerî û îdeolojîk bû. Piştî 3 salan weke endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê careke din li herêma Mêrdînê vegeriya. Li vê derê tevlî gelek çalakiyên serketî bû û mîsyona xwe bi cih anî. Di êrişên dijmin ên 11-12'ê Adara 2023’yan de tevî hevrêyên xwe bi rengekî bêhempa li ber xwe da, bi berxwedaneke hêjayî sekna xwe ya fedaî, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.
Hevrêyê me Denîz li bajarê berxwedan û serhildanê yê Kurdistanê, li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di sala 2013'an de tevî du xizmên xwe tevlî nava refên gerîla bû. Biryara xwe da ku bibe milîtanekî fedaî yê afrînerê nirxên gelê me yê azadiyê Rêber Apo û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Bi coşeke mezin dest bi meşa azadiyê kir û çû herêma Mêrdînê. Şehadeta pismamê wî yê bi hev re tevlî nava refên gerîla bû hevrê Demhat-Hozan Akdogan li qada Mêrdînê û bibîranînên ji fermandarên me yên hêja hevrê Şehîd Aryana-Yasemîn Maç ên têkildarî qada Mêrdînê, rêwîtiya hevrêyê me Denîz a ber bi Mêrdînê ve hîn bi wate kirin. Li vê herêmê bû xwedî sekn û meşeke hêjayî vê. Di 11-12'ê Adarê de di şerê li dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî dilsozê îdeolojiya Apoyî ma, bi vî rengî şer kir û şehîd bû.
Hevrêyê me Egîd li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di malbateke welatparêz a Merdînî de ji dayik bûye. Sala 2014’an ji herêma Omeryan a Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Egîd, pêvajoya şerê dijwar weke şerê li dijî Rêbertiya me dît û destnîşan kir ku divê ew erka xwe ya milîtanekî dilsozê Rêbertiyê bi cih bîne. Bi pratîka xwe ya serketî li herêma Mêrdînê hem di rêxistinkirina gelê me de hem jî di pêkanîna çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin de bi roleke girîng rabû, bi coş û kelecana xwe di vir de xwedî helwêsteke mîna pêşengiyê bû."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne;
Canşêr Makû (Mûsa Mîromilan), li Makûyê ji dayik bûye, 12’ê Adara 2023’an li Mêrdînê şehîd bû.
Denîz Hêlîn (Alî Akdogan), li Geverê ji dayik bûye, 12’ê Adara 2023’an li Mêrdînê şehîd bû.
Egîd Cûdî (Îshak Çekîn), li Rihayê ji dayîk bûye, 12’ê Adara 2023’yan li Mêrdînê şehîd bû.
BEHDÎNAN